Mihrîcana Orkêş dest pê kir

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 13 Gulan 2023 - 03:19

Bi beşdariya 30 komên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi dirûşma "Bi dengên pîroz şoreşê ava bikin" Mihrîcana Muzîk û Stranan a Orkêş ya 2’yan li Qamişloyê dest pê kir.

Mihrîcan li hola Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo hat lidarxistin. Endamê Tevgera Çand û Hunerê Demokratîk a Mezopotamyayê, hunermend Bêkes Darî şehîd Mizgîn û şehîdên tevgera hunerî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîr anîn.

Darî got, "Armanca lidarxistina vê mihrîcanê ew e ku çandên gelan nêzî hev bibin, nexasim di rewşeke wiha de ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya êrişên xwe van çandan qir bike. Ji ber wê jî divê em çand û kultûra xwe biparêzin.”

Darî serkeftin ji komên beşdar re xwest û got, "Komîteya nirxandinê ji muzîkjen Reşîd Sofî, hunermend Delîl Mîrsaz, hunermend Serhed û hunermend Mizgîn Tahir pêk tê."

 

Li hemberî qirkirina çandî ye

Endamê Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê, hunermend Serhed Zana bal bire ser erka hunermendan di vê qonaxê de û got, "Îro li Kurdistanê û herêmê bi giştî berxwedaneke bêhempa li hember pergalên dijber di serî de dewleta Tirk a dagirker tê meşandin. Ev berxwedan jî bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan bilindtir dibe, ji ber wê jî divê her hunermend van destanên dîrokî û berxwedanên bêhempa bi rêya huner belge bike û veguhezîne nifşa din. Da ku em bibin dengê gelan, her wiha divê em vê mihrîcanê jî bikin amûra têkbirina siyasetên qirkirina çandî."

Çalakiyên roja yekê bi pêşkêşkirina bernameyên hunerî ji aliyê Koma Çand û Hunerê Demokratîk a Mezopotamya ve bi dawî bûn.

Tê payîn ku mihrîcan 7 rojan dewam bike û di dawiyê de komên serkeftî wê bên xelatkirin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.