Tevgera Ciwanên Şoreşgerî yên kantonên Efrîn-Şehbayê bi dirûşma "Bi pêşketina şoreşa çandî û fikrî werin cenga azadiyê" Festîvala Amara ya çandî, hunerî û sporî li dar xist. Festîval cara 3’yan e ku tê lidarxistin. Mihrîcana 4 rojan dewam dike, û li wargeha Berxwedan a navçeya Fafîna kantona Şehbayê dest pê kir. Mihrîcana Amara rengên çandî yên pêkhateyên Ereb û Kurd dihewîne. Gelê kampa Berxwedan û saziyên rêveberiya Xweser beşdarî festîvalê bûn. Qada mihrîcanê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên tevgera ciwanên şoreşger û kongra star hat xemilandin.
Têkoşîna ji bo zindîkirina çandê
Mihrîcanê bi rêzgirtinê dest pê kir. Rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Efrîn-Şehba, Emîna Hec Ebdo axaftina destpêkê ya festîvalê kir. Emîna Hec Ebdo mihrican li Rêber Abdullah Ocalan û azadîxwazan pîroz kir û got: "Em festîvala xwe sisiyan li Rêber Apo û tevahî gelên azadîxwaz pîroz dikin. Bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo em îro li hev civiyane û çanda xwe nîşanî xelkê didin. Em ciwanên Rêber Apo ne û em ê ji bo azadiya wî her û her li ser piya bin û çalakiyan bikin. Li hemberî qirkirina çandî ku ji hêla hêzên desthiladar ve tê kirin, em ê xwe her wiha bi lidarxistina mihrîcanan û gihandina dengê folklora civaka me ji cîhanê re jî biparêzin . Em soza berxwedanê li hember faşîzmê dibare dikin û em ê ji bo zindîkirina çanda xwe têbikoşin."
Piştre bi Kurdî helbest hatin xwendin. Koma Êzîdiyan a Zerdeşt a stranên Kurdî, koma Baz Mordem a stranên Erebî, koma Mezlûm Nisêbîn a şanoyê, koma Zinarîn Cûdî ya govendê, koma Demhat Cizîr a stranên Kurdî, koma Beraêm a Rûbar Roboskê û koma Şimêdîn a govendên Erebî, hunerên xwe nîşanî beşdarên festîvalê dan.
Mihrîcana Amarayê ya 3’yan li kantona Şehbayê dewam dike.
JÎNHA/ŞEHBA