Hema bêje beriya sedsalekê, Walt Disney Studios xêzefilmê bi navê “Steamboat Willie” (1928) çêkir. Ev xêzefilmekî bi deng bû û qederê 8 deqîqeyan dirêj bû. Karakterê di vê xêzefilmê de wê paşê li dinyayê weke “Mickey Mouse” bihata zanîn û bibûya karekterê herî îkonîk ên xêzfilmên dinyayê.
Xêzefilmê bi navê “Steamboat Willie” piştî 96 salan, êdî bêyî telîf jî tê temaşekirin û heger hinek bixwazin, dikarin dîmenên filmî di karên xwe yên taybet de bi kar bînin. Ji lewma ev xêzefilm di sala 2024’an de li Emerîkayê dibe malê xelkê.
Rêveberên bi navê Jennifer Jenkins û Sean Dudley, ku ji mafê telîfê berpirsyar in, ev agahî bi xelkê wiha dan zanîn: “Karaketerên bi navê Mickey û Minnie Mouse yên ku di xêzefilm de tên teswîrkirin, bûne malê xelkê û her kes dikare vî xêzefilmî weke materyal bi kar bîne û jê sûdê wergire. Lê bila neyê jibîrkirin, ev yek tenê ji bo vî xêzefilmî lê ye, xêzefilmên din ên Mickey Mouse divê bêyî telîf neyên bikaranîn.”
NAVENDA NÛÇEYAN