Metirsiya li ser Kurdî; peyvên biyanî!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 27 Sibat 2025 - 00:07

Ziman, çand û dîrok stûnên hebûna netewekê ne, eger ev nebin gel jî nikare hebûna xwe bidomîne. Zimanê Kurdî jî yek ji zimanên herî kevnar, dewlemend û navdar yên zimanên cîhanê ne. Zimanê Kurd yek ji zimanên di bin gefa tunebûnê de ye, eger ji aliyê Kurdan ve neyê parastin û pêşxistin wê hebûna wî bikeve bin metirsiyê.

Pisporên ziman û çalakvanan dan zanîn ku yek ji metirsiyên li ser zimanê Kurdî ewe ku peyvên biyanî têkelî Kurdî hatine kirin û gotin, “Pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya wezaretên peywendîdar lêkolînê li ser wan peyv û têgehan bike îro têkelî Kurdî bûne. Divê em di roja me ya îro de bi temamî bala xwe bidin ser rewşa zimanê xwe, Kurdî. Zimanê Kurdî bi rêya dayik, bav û pîrên me, stran, çîrok, serhatî, gotinên pêşiyan û têkiliyên civakî gihiştiye roja me ya îro. Niha jî parastin û pêşxistina zimanê me li ser milên me ye. Bi taybet jî weke takekesên nivîskar, mamosta, rewşenbîr, xwendevan yên herî zêde ji parastin û pêşxistina ziman berpirsyarin.”

Pisporê ziman derbarê pirsgirêk, astengî û çareseriyên pêşxistina zimanê Kurdî bi van gotinan bilêv kir; “Gelek girîng û pêwîste ku di proseya xwendin û perwerdeyê de girîngî bê dayîna zimanê Kurdî. Her wiha di asta bilind, akademik û zanebûnê de jî, divê tenê zimanên biyanî ji bo kesan di cihên kar û xebatê de nebin zimanê bingehîn. Divê di asta rewşenbîrî û payeya bilind de me desteyeke bilind ya ziman hebe da ku li ser wan çiqên ziman lêkolîn bike ku ji derve û ji zimanên biyanî ketine nav zimanê me de.”

Divê hikûmet çavdêriyeke baş bike

Di dawiyê de pisporê ziman Îbrahîm Hacî Zelmî got; ”Digel vê yekê, divê girîngî bi wan mijarên ku di ragihandin û dramayê çand û zimanî diparêzin de bê dayîn. Divê li ser asta netewî û niştimanî lêkolîn li ser wan bê kirin. Herwiha pêwîste ku hikûmet çavdêriyeke tam a mijara ziman bike bike. Ji ber ku ziman di dawiyê de rûyekî rastîn yê nasnameya me ya netewî ye. Hikûmet dikare li ser sê astan li ser mijara ziman bixebite. Li ser asta fermî ya nivîsînê, ew dezgehên ku di saziyên wê de ne, dikarin ji bo parastina ziman bixebitin. Herwiha bi rêya wezaretên çandê, perwerdeyê û xwendina bilind dikare bixebite. Ji bilî vê yekê, dikare bi rêya dezgehên ragihandinê ji bo parastina zimanê Kurdî bixebite.”

Bîrdanka Kurdî reseniyê nade jibîrkirin

Her wisa çalakvan Kiwêstan Ekrem jî da zanîn ku zimanê herî pîroz ji bo mirovekê ew zimaneke ku pê ji dayik dibe û wiha pêde çû; “Gelek girînge ku ew ziman tune nebe û girîngî jêre bê dayîn. Ew qas peyv, gotin û têgehên biyanî ketine nav zimanê Kurdî, evane hemû metirsiyê li ser lewazbûn û tunebûna zimanê Kurdî çêdikin. Divê em bi girîngî li ser wê yekê bixebitin ku panel û semînerên li ser parastin û pêşxistina zimanê Kurdî lidar bixin.” Kiwêstan Ekrem têkildarî axaftina ciwanên Kurd di roja me ya îroyîn de ku ji Kurdî zêdetir peyvên biyanî bikar tînin û wiha domand; “Ciwanên îro, an jî keç û xortên Kurdan bi qasî ku peyv û gotinên biyanî di nav axaftina xwe ya rojane de bikar tînin, ew qas peyvên Kurdî bikar naynin. Eger kesekê xezîneyeke resen ya peyvên Kurdî nebe û ew di nav ciwanên me de peyvên Kurdî yên resen bikar neyne, wê ciwan jî weke wî peyvên biyanî bikar bînin. Lê eger bîrdankek ya kesên rewşenbîr ya peyvên Kurdî hebe û di nav ciwanên me de bikar bîne, wê ciwan jî çav li wî/wê bikin û dest bi bikaranîna peyvên resen yên Kurdî bikin.”

Berpirsyariya dayik û bavan

Çalakvan Kiwêstan Ekrem da zanîn ku gelek kes hene ji Ewropa û welatên derve dema ku vedigerin mala xwe, bi zarokên xwe re gelek peyvên biyanî bikar tînin, bi zimanê xwe yê dayikê yê resen na axivin û wiha dawî li gotinên xwe anî; “Bêgûman bikaranîna peyvên biyanî û bi zimanên biyanî bi zarokên xwe re axivîn bandoreke pir nerênî li ser zarokan çêdike. Lewma divê dayik û bav di vê mijarê de hîn baldartir û bi awayek berpirsyar tevbigerin. Her wiha divê di navendên perwerdeyê de girîngî bi zimanê Kurdî bê dayîn ku hemû mamosta dema ku dikevin pola xwendinê, ji beriya dest bi waneyên xwe bike divê çend deqeyan li ser girîngiya zimanê Kurdî baxive.”

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.