FIRAZ BARAN
Polîsên Tirk 8’ê Çileya 1996’an nûçegihanê rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe li Stenbolê kuştin. Hunermend Ferhat Tunç bo Metîn Goktepe şînek kir. Ev şîn bandorek mezin li ser gelê Kurdistanê kir. Di salên 90’î de Roma Reş (dewleta Tirk) bû kujerê şoreşger û welatparêzan. Her roj mirovên me binçav dikirin û dikuştin.
Ev şîna ku Ferhat Tunç ji bo Metîn Goktepe nivîsî (Navê xwe Metin’e Ağıt-Şîna Metîn) bû nalîna hemû şehîdên sivîl. Gelê me bi salan bi êşeke mezin li vê şînê guhdarî kir. Ferhat Tunç jî di kaseta xwe ya bi navê “Kayıp” de cih daye vê şînê. Paşê derhêner Ümit Elçi ji bo vê şînê vîdyoklîbek çêkir. Ev klîb bi salan di Med TV û Medya TV de hat weşandin.
Roma Reş ji rastiyan ditirse. Dijminê rastiyan e. Metîn Goktepe rastiya dagirkeran nivîsand û wî kuştin. Gelo ev rastî çi bûn?
Komkujiya Zindana Umraniye
Di rojên dawî yên sala 1995’an de girtiyên polîtîk yên li Zindana Umraniyeyê (Stenbol) ji mafê hevdîtinê hatin astengkirin. Girtiyan ev nêzîkatî protesto kirin. Di 13’ê Kanûna 1995’an de polîs û cendirmeyên Tirk êrîşî Zindana Umraniyeyê kirin. Di vê êrîşê de 4 girtî bi giranî, zêdeyî 70 girtî birîndar bûn. Ji ber vê êrîşê di navbera girtiyan û rêveberiya zindanê de rageşî berdewam kir. 20 roj şûn de danê sibê 4’ê Çileya 1996’an leşker ketin zindanê û careke din êrîşî girtiyan kirin. Di vê êrîşê de 4 êsîrê şoreşger kuştin. Navê şehîdan Abdulmecîd Seçkin, Orhan Ozen, Riza Boybaş û Gultekîn Beyhan e. Di heman êrîşê de 40 girtî jî birîndar kirin.
Dengê hestiyên şikestî
Akin Olgun di dema êrîşê de zindanî bû. Ew li ser wê rojê van agahiyan dide: “Bi sedan leşker bi hinceta lêgerînê ketin qawîşan. Di serê wan de kask hebûn. Di destên wan de darê bezbolê û mertal hebûn. Piştre êrîşî me kirin. Bi darê bezbolê li me dixistin. Dengê şikandina hestiyan dihat. Çar hevalên ku berê çavê xwe li wan dabûn birin tuwaletê û serê wan bi darê bezbolê şikandin. Girtiyên din kaşkirin û ji qawîşê derxistin. Vê carê jî leşkerên di korîdorê de bi daran dest bi êrîşan kirin.”
Metîn li pey rastiyan e
Piştî çar rojan di 8’ê Çileya 1996’an de ji bo şehîdan li Alîbeykoya Stenbolê merasîma cenaze hat lidarxistin. Metîn Goktepe jî wek rojnameger beşdarî merasîmê bû. Polîsên Tirk êrîşî merasîmê kirin û bi sedan kes binçav kirin. Kesên ku hatin binçavkirin birin Salona Sporê ya Girtî ya Eyûbê. Di nav kesên binçavkirî de nûçegihanê rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe jî hebû. Polîsan îşkence li Metin kirin. Piştî rojekê Metîn Goktepe li nêzî salona werzîşê mirî hat dîtin!
Portreya Metîn Goktepe
Metîn Goktepe Kurd û Elewî ye. Di 10’ê Nîsana 1968’an de li gundê Çipil ê navçeya Gurûn a Sêwasê ji dayik bû. Ew zaroka heftemîn a malbateke 8 zarokan e. Heta pola pêncan a dibistana seretayî li gund xwend. Di sala 1979’an de çû Stenbolê. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li vir qedand. Di sala 1989’an de dest bi Fakulteya Aboriyê ya Zanîngeha Stenbolê kir. Goktepe li zanîngehê bû endameke çalak a têkoşîna ciwanên xwendekar.
Sala 1992’an di kovara “Gerçek”ê de dest bi rojnamegeriyê kir. Sala 1995’an li rojnameya Evrenselê dest bi karê nûçegihaniyê kir. Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe ji sala 1998’an ve ji bo bîranîna Goktepe tên dayîn. Merasîma Xelatdayînê di rojbûna wî de, 10’ê Nîsanê tê lidarxistin. Xelat ji bo ku bîranîna Goktepe zindî bimîne û azadiya ragihandinê pêk were tê dayîn.