- Filma anîmasyon a kurt a bi navê The Pattern (Mestere) di Festîvala Filmên Kurd a Londonê (LKFF) ya 11´an de pêr hat nîşandan.
Filma anîmasyon a kurt a bi navê The Pattern (Mestere) di Festîvala Filmên Kurd a Londonê (LKFF) ya 11´an de pêr hat nîşandan. Ev bû anîmasyona duyem di festîvalê de piştî filma bi navê Rojava. Anîmasyon jineke ku mestereyan li ser merşan çê dike nîşan dide. Ev film di beşa "Şer li ser ekranê" ya festîvalê de hat nîşandan û elaqeya wê bi şer re hebû. Di dawiyê de çarfeke reş a bi ser wê jinê de tê encama filmê diyar dike. Mûzîk û mestereyên li ser merş û berran misêwa di kurtefilmê de xuya dikin û tê bihîstin. Azad Jannati ji modelçêkirin û rohniyê heta bi senaryoyê, çêkerê filmê ye.
LKFF wê heta 24 Tebaxê dewam bike. Filmên ji 15’ê Tebaxê ve weşandî jî li ser kanala festîvalê ne û mirov wê karibin lê temaşe bikin.
Mijarên festîvala îsal hemû, ev in: Ji sînoran û wêde, Têkoşîn dewam dike, Jin di filmê de, Di ekranê de şer, Carekê ji caran li Kurdistanê û Di filman de zarok.
Îsal bi giştî 50 film online tên nîşandan. Pêşbirkên festîvalê û xelat jî dewam dikin; juriyên festîvalê îsal Xelata Yilmaz Guney ya Kurtefilma Herî Baş, Masiyonên Taybet ên Juriyê û Xelata Rûmetê ya LKFF MC´yê didin. LONDON