Merziye; hêlîna hunera jin û zarokan

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 7 Îlon 2024 - 00:50

Li Başûrê Kurdistanê gelek rêxistin û komele hene, ku ji bo parastina huner, çand û nasnameya neteweya Kurd û pêşxistina hunerê kar dikin. Lê ji hemû rêxistinên din cudatir, Merziye ku navenda wê li Silêmaniyê ye rêxistineke ku ji bo çand û hunera jinan û xebatên ji bo nîşandana şiyanên hunerî yên jinan dixebite.

Rêxistina Merziye gelek derfetên hunerî ji bo jin û zarokan peyda kirine û ji bo zarokan kursên havînê yên wênekêşî û govendê vekirine. Bi berdewam girîngî û hezkirina çand û hunera Kurdî fêrî zarokan dikin.

Mamosta û endamên Rêxistina Merziye di derbarê giringiya parastina çand û hunerê, her wiha têkildarî xebatên ku li navendê didin meşandin de axivîn. Endama Rêxistina Merziye Terife Hesen behsa çawaniya avakirina vê rêxistinê kir û got: “Niha tê dîtin ku civakek bi zihniyetabaviksalarî tê meşandin û bi taybetî di warê hunerê de derfetên ji bo jinan pir kêm in. Ji ber vê yekê jî me komek jinên hunermend biryar da ku em rêxistineke wiha ava bikin û hemû endamên me jin bin. Rêxistinek hunerî ya ji bo pêşxistina hêz û jêhatinên hunerî yên jinan e. Ango mala her jinekê ye ku bixwaze di warê hunerê de kar bike. Armanca avakirina vê rêxistinê jî, vejandin û nûkirina çand û hunera Kurdî ji aliyê jinan ve ye.”

Derfetên hunerî ji bo jinana zêde dikin

Terife Hesen da zanîn ku dayîk û jin ji parastin û zindî kirina huner û çandê berpirsyar in û wiha got: “Dîroka jinan li vê herêmê vedigere zêdetirî 10 hezar salan. Yekem lûle, mûzîk, stran, jest û tevgerên zarokan ji aliyê dayikan ve hatine sazumankirin. Tabloyên şikeftan yên yekem ji aliyê jinan ve ji aliyê civaka dayikê ve hatine çêkirin. Civaka niha heyî jî, civakeke zilamsalare û piraniya derfetan ji bo zilamane. Me xwest ku bi rêya vê rêxistinê derfetên hunerî ji bo jinên hunermend zêde bikin. Piştgirî û piştevaniya bidin her jina ku dixwaze bi xebatên xwe yên hunerî xizmetê ji gel, çand û hunera xwe re bike.” Herî dawî Terîfe Hesen destnîşan kir ku bingeha hebûna her netewekê girêdayî çand û hunera wê ye û got: “Em wek jinên hunermend dixwazin vê berpirsyariyê hilgirin ser milê xwe û çand û hunera xwe biparêzin. Hemû tiştên ku tunebûne, carek din bi rêya xebatên hunerî zindî bikin.”

‘Ez kefxweş im ku hunera govendê fêrî zarokan dikim’

Yek ji Endama Desteya Rêveberiya Rêxistina Merziye, heman demê de defjenek û Mamostayê Govendê Diyana Bozan têkildarî dewreya govendê ya zarokan de wiha got: “Berê de ez di koma govendê de bûm. Ji bo wê ez keyfxweşim ku hunera govendê fêrî zarokan dikim. Ji ber ku diyare ji ber teknolojiyê, agahiya wan zêde di derbarê çand û hunera Kurdî de zêde nîne.”

‘Divê em ji zarokan dest pê bikin’

Ji Rêxistina Merziye Mamosta Ziryan Ehmed jî balkişand li ser qurs û dewreyên din ên rêxistinê destpêkirî û wiha pê de çû: “Nêzî 4 heftiyane me dewreyek ya wênekêşiyê vekiriye û em zarokan fêrî wênekêşiyê dikin. Me dewreyê wek du astan cuda kirye. Yek ji bo zarokên ku nikarin bi zanistî xêz bikin û ya din jî ji bo zarokên ku di asteke bilindtir dene û fêrî xêzkirina bi zanistî dibin. Me wek ceribandina yekem ji zarokan dest bi xebatê kir. Ji ber ku em di wê baweriyê dene ku ji bo guhertin û balkirina civakê, divê em ji zarokan destpê bikin.” 

Hêjayî gotinê ye ku ev rêxistina hunerî ji bilî vekirina qurs û giringîdayîna bi hêz û jêhatina hunerî yên jinan, li ser pêşxistin û berhemanîna hunerê kar dike. Li ser vê yekê weke berhema wan ya yekem, di dema bê de klîpek bi navê ‘Egrîce’ û bi dengê Hunermend Jîwer Hisên, Julya Hisên û Esrîn Seferî dê were belavkirin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.