Pirtûka Helîm Yûsiv “Mêrê Avis” li Îranê bi Farisî çap bû.
Weşanxaneya Afraz a li Îranê pirtûka çîrokan a “Mêrê Avis” wergerand Farisî.
Beriya niha jî hin weşanxaneyan pirtûkên Helîm Yûsiv wergerandibûn zimanên biyanî. Li Îranê pirtûka Helîm Yûsiv “Mirî Ranazin” bi Farisî hatibû wergerandin û çap bûbû. Her wiha pirtûka wî ya bi navê “Gava ku masî tî dibin” jî bi zimanê Îngilîzî hatibû wergerandin.
NAVENDA NÛÇEYAN