Koma Meqawemey Îslamî ya Iraqê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, wan ji bo piştgiriya xelkê Filistînê û li dijî êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê, li devera Um Reşraş a li bajarê Îlat ê Îsraîlê êrişek pêkanîne. Hêjayî bibîrxistinê ye Koma Meqawemey Îslamî ya Iraqê ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê bi dehan car li Iraq û Suriyeyê bi muşek û balafirên bê mirov êrişî ser baregehên Emerîka û hêzên hevpyeyman kiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN