23’ê Tîrmehê salvegera koça dawî ya hunermendê Kurd Elî Merdan e ku ew mamostayê meqamên Kurdî ye. Ji bilî meqambêjî û stran gotinê, ew mûzîkjen û awazvanek jêhatî bû.

Hunermendê Kurd Elî Merdan di sala 1904’an de li taxa Tekye ya Şêx Elî ya li Kerkûkê hatiye dinê. Di 23’yê Tîrmeha 1981’an de di temenê 77 salî de koça dawî kiriye.

Malbata Elî Merdan hîn ew heşt salî bûye ji Kerkûkê bar dike û diçe gundê Leylan. Merdan li vê derê tembûrvanek jêhatî yê bi navê Xidir Baramî nas dike. Elî Merdan di warê fêrbûna meqamên Kurdî de sûdek mezin jî vî mamostayê xwe dibîne. Elî Merdan di lêgerîna hunerê de bû gerok û çû Bexdayê. Li ber destê mamosteyên mezin fêrî meqamên Farisî û Erebî dibe.

Hunermend Elî Merdan kesek xwenda bû, ji bilî wêje û hunera Kurdî pisporê zimanê wêjeyî yê Erebî û Farisî bû.  Wî helbestên pirraniya helbestvanan di beyt û meqamên xwe de gotiye.

Elî Merdan Kurdekî dilsoz û xwedî hesteke bilind a welatparêzî bû, tenê bi Kurdistanê sond dixwar.

Di navbera salên 1904 ta 1972’yan de bi sedan stran û meqam bi zimanê şirîn yê Kurdî gotiye û tomar kiriye. Heta niha jî bi dengê xwe yê nemir pêşengtiyê ji hunera Kurdî re dike. Nav û xezîneyeke wî ya dewlemend û nemir heye.

ROJNEWS/SILÊMANÎ