Mem û Zîna Hewramî ji weşanên Nûbiharê derket

Nûçeyên Çand/Huner

În 11 Kanûn 2020 - 03:35

Mem û Zîna Xanî ji şaheserên edebî yên Kurmanciyê ye. Ehmedê Xanî gava ku Memê Alan ji nava bîra devkî ya edebî ya Kurdî ev çîroka hanê derxist û di kirasê mesnewiyê de ji nû ve nivîsî, ev şahesera hanê li nava alema Kurdan belav bû. Niha bi kitêba Mem û Zîna Hewramî ya Cumhur Olmez û Shahab Vali jî diyar dibe ku Mem û Zînê ne tenê di yek û du êwezarên Kurdî da şax daye. Lewra ev berhema îsbat û îddîa dike ku ev çîrok, di temamê şêwezarên Kurdî da heye û nimûneya Hewramî bi xwe jî xerîteya hebûna vê çîrokê temam dike. Di vê xebata Cumhur Olmez û Shahab Vali de arkeolojiya çîroka Mem û Zînê hatiye kirin û girîngiya wê ya di bîra kolektîf a Kurdan de hatiye ravekirin. Li aliyê din jî metna Mem û Zîna Hewramî tevî edîsyoneke zanistî hatiye dayîn û bi vî awayî di qada zanistî de lêkolîneke girîng û metneke din a Mem û Zînê bi Hewramî kulliyata Kurdî ya edebî hatiye zêdekirin.

Kitêba 278 rûpelî ji weşanên Nûbihar derçûye.

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.