• Qaymeqamiya dewleta Tirk a dagirker li Cizîrê, nîşandana lîstika şanoyê ya Kurdî ya bi navê "Mem û Zîn" qedexe kir.  

Qaymeqamiya dewleta Tirk a dagirker li Cizîrê, nîşandana lîstika şanoyê ya Kurdî ya bi navê "Mem û Zîn" qedexe kir.  

Qaymeqamiya dagirkeriiya dewleta Tirk, beyî ku sedemekê nîşan bide, lîstika şanoyê ya bi Kurdî "Mem û Zîn" qedexe kir. Şermola Performansê wê 12'ê Adarê ev lîstik li ser dikê nîşan bidana. Şermola Performansê, derbarê qedexeya qaymeqamiya dagirker de daxuyaniyeke nivîskî da û got, Qaymeqamiyê ji bo qedexeyê ti sedem nîşan nedaye. 

Daxuyaniya Şermola Performansê bi tevahî wiha ye: "Lîstika me ya Mem û Zîn ji aliyê Qeymeqamiya Cizîrê ve bê sedem hat betalkirin.

Lîstika Mem û Zîn, 12'ê Adarê, roja Şemiyê li Navenda Çandê ya Şaredariya Cizîrê wê bihata lîstin, lewre afîş, broşur û dawetiye hatibûn şandin, bi alîkariya gelek saziyan danasînên medyaya civakî hatibûn parvekirin û di 4'ê Adarê de jî kirêya salonê li ser hesabê şaredariyê hatibû razandin. Lê piştî bi du rojan (06.03.2022), Qeymeqamiya Cizîrê bi riya telefonê em agahdarkirin ku pêşandana lîstikê hatiye betalkirin." 

13 caran berê hatibû nîşandan

Şermola Performansê, bi derhêneriya Mîrza Metînî ev lîstik amade kiriye û ji 3'ê Mijdara 2021'an ve li Êlih, Amed, Riha û Qoserê 13 caran hatiye nîşandan. 

ŞIRNEX