Mem û Zîn li Ludwigshafenê

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 20 Îlon 2020 - 15:53

  • Şemiya bê yanî 26´ê Îlonê li hola Gläsernen Foyer ya Pfalzbau Buhnen li Ludwigshafenê premiera lîstika şanoyî ya Mem û Zînê heye.

Şemiya bê yanî 26´ê Îlonê li hola Gläsernen Foyer ya Pfalzbau Buhnen li Ludwigshafenê premiera lîstika şanoyî ya Mem û Zînê heye; lîstik wê saet 19ʼan bê nîşandan. Derhêneriya lîstikê Luise Rist dike û koma navneteweyî ya bi navê Mahala International a li Jungen Pfalzbauyê jî wê li ser dikê lîstikê bi Elmanî pêşkêş bike.
Koma Mahala pirrzimanî ye; hem ciwan û hem navsere tê de hene. Endamên wê ji welatpên weke Sûrî, Iraq û Somaliyayê ne. Hin jê hîna hîç bi Elmanî nizanin û gotin bi gotin hîn dibin ka li ser dikê ew ê çi bibêjijn.
Mem û Zîn weke projeya şanoyê di dema krîza koronayê de pêk hat. Luise Ristê di vê demê de bi vîdeo bi whatsappê û hin caran bi wergerên sosirmet ên Googleê û gelek jihevşaşfêmkirinan têkiliya xwe bi komê re dewam kir. Û di dawiya dawî de wan karî provayan bikin.
Die Mahala de ne tenê Zîn heye, hevalê Memê yê herî baş Berg jî heye û ew dilketiye Memê. Lîstik wê 27´ê Îlonê, yanî yekşema bê saet 17´an û 19´an jî bê nîşandan. LUDWIGSHAFEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.