Zanîngeha El-Şerq a bajarê Reqayê di 5'ê Mijdarê de yekemîn konferansa navneteweyî ya ji bo parastina mîrateyê, di bin dirûşmeya "Parastina Mîrateyên Madî û Nemadî" de, li dar xist.
4 kon li hewşa zanîngeha El-Şerq hat vedan, ku mîrateyên pêkhateyên herêmê “Ereb, Kurd, Asûrî, Ermenî” hewand. Her wiha beşek ji pêkhateyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurd, Ereb, Ermenî û Asûrî beşdarî yekemîn konferansa navneteweyî bûn.
Em ji aştiyê hez dikin
Beşdarên konferansê qala girîngiya vê çalakiyê kirin û ragihandin ku hemû pêkhate bi hev re ne û yek dest in.
Ji pêkhateya Ereb, Hec Ebdo El-Metyûx got:"Em beşdarî vê formê bûne ji bo danasîna çanda Erebî û xurtbûna wê. Di vê serdema nûjen de me konek danîn û ev tişt danîn: Çira, dasa ku temenê wê vedigere 150 salî, tar, cezweyên sifir û fincan, mertîneke kevin, her wekî ku me qehwe li beşdaran belav kir û dîlanên ku nîşaneya kevneşopiyên Erebî ye, gerand."
Hec Ebdo El-Metyûx diyar kir ku hemû pêkhate yek in, tu kes nikare wan ji hev cuda bike.
Ji pêkhateya Kurd Mihemed Elî jî got:"Em beşdarî festîvalê bûn ji bo pêşkêşkirina kelûpel, alavên Kurdî yên kevn û nûjen, parçeyên ku temenê wan zêdetirî 150 salî ne û hemû parçeyên bi dest hatine çêkirin, em li vê derê ne."
Endama Yekîtiya Jinên Ermenî li Qamişloyê Sara Ebû El-Zir jî got:"Em bi cil û bergên xwe yên kevneşopî beşdarî festîvalê bûn. Me vexwarin û xwarin û modelên ku dîroka Ermeniyan nîşan didin pêşkêş kirin. Em ji aştiyê hez dikin û ji bo wê dijîn."
NAVENDA NÛÇEYAN