Li Mihrîcana Xabûr çanda pêkhateyan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 27 Mijdar 2023 - 00:25

Mihrîcana Xabûr a Çand û Hunerê ji aliyê rêxistin û saziyên civaka sivîl ên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hejmareke saziyên çandê ve li hola Marbela ya li bajarê Hesekê hat lidarxistin. Bi dehan endamên saziyên sivîl, kesayetên çandî, olî û hezkiriyên çand û hunerê beşdar bûn.

Di destpêkê de sazî û rêxistinên ku mihrîcan bi rêxistin kirine, bi xêrhatine beşdaran kir û girîngî û armancên lidarxitina mihrîcanê diyar kirin. Hate gotin, armanc ji vê mihrîcanê naskirina çandên li herêmê û parastina wan ji îmhayê ye.

Piştre endama Kombûna Olan û nûnera mezheba şîe Alyaa Mûsa balê bir ser girîngiya jiyana hevbeş a di navbera çandên cuda de û got, jiyana hevbeş pêwîstiyeke jiyanî ye û tevahî ol banga jiyana hevbeş dikin.

Pirrengî têkiliyan xurt dike

Rêveberê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ebdulwehab Pîranî jî îşaret bi pirrengiya çandî ya li herêmê kir û diyar kir ku ev pirrengî dihêle ku têkiliyên hezkirin, hevgirtin û aştiya navxweyî ya di navbera xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xurt bibin.

Di mihrîcanê de helbest hatin xwendin û şanoyek ji aliyê şanoger Şezvan Mehmûd ve hat nîşandan ku balê dikişîne ser girîngiya welat ji bo her ferdekî. Her wiha şanoya bi navê "Şahidên şevê" û şanoya "Giyanên bêguneh" hatin nîşandan.

Di dawiyê de koma "Koral" ya girêdayê Komeleya Çanda Suryan û koma Yekpar ên mûzîkê hunerên xwe nîşan dan. Koma dîlanan a girêdayî Meclisa Civaka Ermenî govend gerandin.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.