Mekanê destpêkê yê Manuala

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 20 Nîsan 2023 - 02:49

Manuela Granziol hunermendeke ku bi kaxezê, nexasim jî bi bermahiyên kaxezî peykeran çêdike. Navê vê berhema wê 'Liminal Space' yanî “Mekanê destpêkê” ye.  Ji bo çêkirina peykerî wê nexasim jî kovarên “bedewiyê” bi kar anîne. Peyker jî jineke ciwan nîşan dide. Ev berhem li Biennaleya Lucca ya 2018´an hatibû nîşandan.

Granziol ji bo berhemê xwe dibêje, “Peydakirina maneyên peywendîdar di herikîna roja îro ya daneyan de girîng e da ku em dinyaya em tê de ne fêm bikin û xwe jî tê de bi cih bikin. Agahiyên zêdeyê hedê xwe bi ser hev de dewisandî dikarin bibin sedema stres û parçebûnê. Gelek caran dibe ku bêdengî weke alternatîfa bi tenê ji bo vê bêserûberiya bi tehlûke. Lê bi her halî ev daneyên zêdeyî hedê xwe derfeta afirînerî û xwegihandinê jî dihewînin.

Ev fîgur xwe ji wê hisa zêdelêbarkirî bike vekişandiye da ku vê loda agahiyan a kaotîk şirove bike û bigihîne hev. Ev bêhnvedan yan jî çavdêriya derûnî heyatî ye hem ji bo fêmkirina herikîna agahiyan a bi kontrast û parçebûyî ya ku ew bîrewer ketiye ber, hem jî ya ji wê jî girîngtir, ´navbera ponijînê´ di heman demê de vediguhere hîmaneke avaker a fikrê bixwe û pê re jî ya afirandinê. Kêliya îlhamê ew kêlî ye, gava kaos û nebûna wê tên cem hev.” 

Axir wê xwestiye ku ev peykerê ji kaxezan tevlîheviya mirovî nîşan bide, xasma jî “mirov ji tebeqeyên cihê yên weke bibîranîn, dîmen, metn û mirovên me nes kirine, pêk tên û ji ber vê ew ji parçeyên yên din çêbûne. Qebûla wê rastiyê ku em ji parçeyên kesên din çêbûne, dibe ku miameleyeke nû a bi subjektîfbûnê jî bi xwe re bîne, subjektîvîteyeke ji subje [kirde] û wêde da ku tê de yêdinbûn û kaos jî hene.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.