Mêhtinger qaşo poşman e

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 29 Hezîran 2022 - 22:00

  • Di van demên dawî de ev dewletên mêhtinger, nexasim jî Elmanya, Emerîka û Ingilîstan ji bo vê îmaja xwe ya nebaş ya ku bi her awayî mêhtingeriya wan nîşan dide, kampanyayan dest pê dikin û hin berhem û sembolên ku di dema mêhtingeriya xwe de dizîbûn, li welatên wan, li cihê cih vedigerînin.

ARDÎN DÎREN

Dewletên Ewrûpayê di wextê xwe de gelek welatên Efrîkî dagir kiribûn, ew kiribûn mêhtingeh û paşê jî ji wan mêhtibûn. Dewletên weke Ingilîstan, Portekîz, Fransa û paşê jî Elmanyayê pêşengiya mêhtingeriya Ewrûpî dikir. Piştî ku wan ev welat dagir dikirin, ewilî êrişî çand û rêûresmên wan dikirin. Ji bo baweriya wan bişikînin û wan asîmîle bikin, ev yek dikirin. Tiştên wan yên pîroz, tine dikirin yan jî ji xwe re didizîn dianîn li muzeyan vedişartin. Nexasim jî sembol û berehmên dîrokî ji wan didizîn û dianîn li muzeyên xwe nîşanî xelkê didan, çawa ku tiştekî qenc kiribin! Ev welatên mêhtinger bi vî awayî gelek berhemên dîrokî û sembolên rêûresmên Efrîkî dizîn û niha wan berhem û sembolan li muzexaneyên xwe digirin. Hin ji wan jî bêyî ku şerm bikin, pêşkeşî xelkê dikin. Lê ew her çiqas vê yekê veşêrin jî xelk dizane ku ev berhem û sembol nîşaneyê mêhtingeriya wan in.

Di van demên dawî de ev dewletên mêhtinger, nexasim jî Elmanya, Emerîka û Ingilistan ji bo vê îmaja xwe ya nebaş ya ku bi her awayî mêhtingeriya wan nîşan dide, kampanyayan dest pê dikin û hin berhem û sembolên ku di dema mêhtingeriya xwe de dizîbûn, li welatên wan ango cihê cih vedigerînin. Beriya çend mehan (Nîsana bihurî) dewleta Elman, hin berhemên ku ji hêla leşkerên Ingilîzan ve di sala 1897’an de ji Nîjerya, Qraliyeta Benînê hatibûn dizîn, teslîmî wan kirin. Ev berhem weke “Bronzên Benînê” dihatin zanîn û ev qederê sedsalekê bû di destê Elmanyayî de bûn. 

Elmanya niha jî çend berhemên dîrokî ku yên Nambiya û Kamerûnê ne, vedigerîne welatê wan. Ev berhemên ku demeke dirêj e li “Muzeya Berlînê ya Neteweyî” bûn, piştî hin peyman û lihevkirinan dê vegerin welatên xwe. 

Projeya "Hûn mêhtinger in"!

Di vî warî de “Yekîtiya Muzeyên Nambiya” (MAN) projeyek bi navê “Rûbirûmayîna rabuhiriya mêhtingehiyê, sêwirandina siberojeke afirîner” bi rê ve dibe û bi riya vê projeyê wan 1.400 berhem û sembolên ku hatine dizîn û ji ciyê xwe bûne tespît kirine. Mêhtingeran heya niha hin ji van berheman li welatên wan vegerandine lê gelek ji wan jî hîna di bin destê dewletên mêhtinger de ne. 

Xwedawenda ‘Ngonnso’ ya pîroz

Di nav wan berheman de ku Elmanyayê li Kamerûnê vegerandine, peykerekî giring heye ku navê wî “Ngonnso” ye. Ev peyker fîgûrek e, lê ji bo Kamerûniyan ji fîgûr û peykerekî wêdetir e. Ji ber ku ew xwedawenda wan e û Kamerûnî gelek ji vê xwedawendê hez dikin. Nexasim jî civaka bi navê Nso, ku xwedî dîrokeke devkî ye û rêûresmên wê hene “Ngonnso” ji xwe re weke xwedawendekê dibînin û jê bawer dikin. Wisa tê gotin, Ngonnsoyê bi birayê xwe re şerekî giran kiriye û ew têk biriye. Pişti têkbirina birayê xwe, civaka Nso ava kiriye û kiriye ku nasname û dîrokeke wan çêbe. Ev peykerê Ngonnso li Elmanyayê, li muzeya “Humboldt Forum” di qutiyeke cam de dihat veşartin û parastin. Ji xwe ev cih bi têkiliya xwe ya bi mêhtingeriyê re navdar bû û ji ber van berhemên ku hatibûn dizîn, her tim li ser nîqaş hebûn. 

‘Ngonnso vegerîne’

Hin aktîvîstên Kamerûnî ji bo Elmanya vî peykerî vegerîne, sala 2018’an kampanyaya “Ngonnso vegerîne” dabûn destpêkirin. Ji ber ku wan ji bo xwedawenda xwe Ngonnso digot, “Ji xeynî peykerê wê ti tişt di destê me de tine ye. Manewiyata wê gelek zêde ye ji bo me.” Civaka Nso ji bo wê bi bîr bîne replîka ango kopyayek çêkiribû û çêkirina vê replîkayê jî wiha bi mane dikirin, “Em bi vî awayî bîr û hafizeya xwe diparêzin. Em dixwazin nîşan bidin ku şerekî me yê mezintir heye di nav jiyanê de.”

Kurt Pavel ew dizibû

Ev peyker di dema fermandariya Kurt Pavel de hatibûn dizîn. Kurt Pavel yek ji fermandarê mêhtingeriya Elmanan bû. Wî tevi leşkerên xwe êriş biribû ser civaka Nso û welatê wan dagir kiribû. Her wiha dest bi talanê jî kiribû. Piştî dagirkirinê, êrişî çand û sembolên wan yên pîroz kiribû.

Kurt Pavel tevî peykerê “Ngonnso” gelek peyker û berhemên dîrokî yên din jî didize û sala 1903’an teslîmî “Muzeya Etnolojiyê ya Berlînê” dike.

Peykerê Ngonnso bi salan ji hêla “Weqfa Çand û Mîrateyan ya Prûsyayî” (SPK) hat veşartin û îro dîsa bi destê wan li welatê xwe vedigere.

‘Nîşaneya mêhtingeriyê ne’

Serokê SPK’yê Hermann Parzinger ji bo vê rewşê û berhemên dîrokî got, “Em dizanin ku ev sembol ji bo Nambiya û Kamerûnê gelekî giring in.

Ev nîşaneya mêhtingeriyê ne. Ji xeynî ku ev sembol di dema mêhtingeriyê de bi darê zorê hatine girtin, her wiha tişta giringtir ew e ku ev sembol ji bo hin civakan xwedî manewiyatên bilind in. Tenê ev tişt têrê dike ku ev berhem û sembolên pîroz li civakên xwe vegerin.”

Elmanya di Îlonê de dê li muzeya “Humboldt Forum” ji bo Tanzanya jî koleksiyoneke berhemên dîrokî veke û dê di vê pêşangehê de gelek berhemên dîrokî û sembolên ji Tanzanya hatine dizîn, werin nîşandan. Ev berhem jî di dema “Serhildana Majî-Majî” ya Tanzanyayê de, ku mêhtingeriya Elmanan ew têk biribû û ew qir kiribûn, hatine dizîn. Elmanya piştî pêşangehê difikire ku van berhemên dîrokî jî li Tanzanyayê vegerîne. Qir kiriye, diziye hîna jî difikire piştî pêşangehê li Tanzanyayê vegerîne. Ev jî divê nîşana asta exlaqê mêhtinger be.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.