- Festîvala Filmên Kurdî ya Dusseldorfê cara 2’an perdeya sînemayê ji sînemahezên filmên Kurdî re vekir. Di vekirina festîvalê de coşeke mezin û xweş hebû û ji gelek deverî sînemavan û hunermend hazir bûn li festîvalê.
FIRAZ BARAN / DUSSELDORF
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ku cara 2’an li dar dikeve, duh bi şev bi fîlma Binevşa Bêrîvan a bi navê "The Virgin and Child" dest pê kir. Bi dehan derhêner, lîstikvan, çêker, sînemager û derhênerên dîmenê û derhenêrên hunerî beşdarî vekirinê bûn.
Sînemavanên Kurdistanê duh ji saet 17:00an pê ve dest bi hatina Sînemaya Ufa Palastê kirin. Derhêner Binevşa Bêrîvan, Hawraz Mohamed, Olmo Couto û Alî Kemal Çinar di şeva vekirina festîvalê de amade bûn.
Di vekirina festîvalê de bi dehan stranbêj, nivîskar, hunermendên şanoyê, folklornas, helbestvan û mûzîkjen jî amade bûn. Di nav de Şemdîn, Berfîn Emektar, Cewad Merwanî, Dîno, Yunis Behram, Hekîm Sefkan, Bermal Çem, Sosin, Hakan Akay, Canê, Diyar, Yilmaz Beyazgül û Serhad Çarnewa hebûn.
Salona têketina Sînemaya Ufa Palastê bi rengên Kurdistanî hatibû xemilandin û navên her çar parçeyên Kurdistanê balê kişandin. Rojnamegeran eleqeyeke mezin nîşanî Binevşa Bêrîvan û lîstikvan Hêvîn Tekîn, derhênerê fîlmê Serê Kaniye Olmo Couto, ji Silêmanî Hawraz Mohamed û ji Amedê Alî Kemal Çinar dan.
Di şeva vekirinê de ku coşeke mezin lê dihat dîtin. Saet di 20.00an de her kes çû salona sînemayê ya jimare 8, ku dê fîlma Binevşa Bêrîvanê lê bê nîşandan. Beriya film bê nîşandan li ser navê rêveberiya festîvalê axavtineke kurt pêk hat. Hat gotin ku "Di festîvalê de bi giştî 40 fîlmên dirêj û kurt û dokumentar dê bên nîşandan."
Film bi serpêhatiyên jinan dadike
Dûre fîlma "The Virgin and Child" a bi derhêneriya Binevşa Bêrîvan dest pê kir. Senaryoya fîlm ji aliyê Binevşa Bêrîvan û David Lambert ve hatiye nivîsandin. Lîstikvanên sereke Hêvîn Tekîn û Laetitia Eido ne. Fîlm 80 deqe bû. Di vê salona mezin a sînemayê de 80 deqeyan yek deng û tevgerek nehate dîtin. Çîroka di fîlmê de pir rast e û Hêvîn Tekîn (ku lehenga karakterê sereke Avesta leyîstiye) performansek wisa rast daye. Lewma temaşevanan ji bîr kirin ku li salona sînemayê ne.
Ger em bi kurtî li ser fîlm şîrove bikin, em dikarin bibêjin: Ew fîlmek serkeftî ye. Fîlm bi tevahî bi hestên jinan hatiye kişandin. Ev fîlm nîşan da ku çîrokên jinan ji aliyê derhênerên jin ve baştir tên vegotin. Ji ber ku hin dîmen û axaftin hebûn ku derhênerekî mêr nikare bifikire.
Hêvîn Tekîn û lîstikvaniya wê ya serketî
Lîstikvaniya Hêvîn Tekîn jî tam not girt. Wê kesayeta Avestayê pir baş nîşan daye û tu ji bîr dike ku ew lîstikvan e. Li gorî agahiyên ku ketine destê me, piştî xwendina senaryoyê tavilê rol qebûl kiriye. Ew karakter hembêz kiriye û bi dil û can li ser kar kiriye. Jinên Kurd ên Êzidî yên di destê DAIŞê de bûne kole, weke her kesî bandoreke kûr li Hêvîn Tekîn jî kiriye. Lewma weke fîlm nêzî wê projeyê nebûye û gotiye: “Bila em nîşanî cîhanê bidin ku çi li xwişkên me hatiye kirin." Karaktera Avesta ya di fîlmê de ne karakterekî "xemgîn e". Berovajî, ew kesayetek e ku dixwaze tola xwe hilîne û li edaletê digere. Di dawiya fîlmê de jî li Brukselê vedigere Kurdistanê.
Di dawiya fîlm de derhêner Binevşa Bêrîvan û lîstikvan Hêvîn Tekîn bi çepikên dirêj hatin ser dikê. Herkes di bin bandora fîlm de ma bûn. Piştî rûniştina pirs û bersivan temaşevan bê deng ji sînemayê derketin.