Mehmed Ûzûn bi bîr anîn

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 13 Cotmeh 2022 - 01:49

Nivîskar Memed Ûzûn di salvegera 15´an a mirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Mêrdînê hat bibîranîn.

Platforma Zimanê Kurdî, malbata Ûzûn, nivîskar û gelek kes tevlî bibîranînê bûn. Di bibîranînê de nivîskar Şehmûs Dîken got, "Mehmed Ûzûn gelek berhemên nîvcomayî li dû xwe hiştin. Em nivîskarên Kurd, ji ber ku me ev berhem temam nekirin, em xwe rexne dikin. Em soz didin Mehmed Ûzûn; wêjeya Kurdî dê bijî." 

Pîştî axaftinan Sûzan Ûzûn, hevjîna Mehmed Ûzûn jî helbesta Ûzûn a bi navê "Şevên Lal" xwend. Birayê wî Mûstafa Ûzûn jî nameya ku ji bo Ûzûn nivîsandiye xwend. 

Paşê kesên tevlî bibîranînê bûn qurnefîl danîn ser gora Ûzûn.

MA/AMED

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.