Meclîsa Zirganê nobetê digire
Yekşem 19 Kanûn 2021 - 22:51
- Endamên Meclîsa Zirganê ya ku rojane rastî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tên, çalakiya Sêmalka doh di roja 76’an de dewr girt. Çalakî îro di roja 77´an de dewam dike.
Endamên Meclîsa Zirganê ya ku rojane rastî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tên, çalakiya Sêmalka doh di roja 76’an de dewr girt. Çalakî îro di roja 77´an de dewam dike.
Çalakiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku hêzên PDK’ê şehîd kiribûn, dewam dike.
Doh endamên meclîsa navçeya Zirganê nobeta çalakiyê dewr girt.
Endamên Meclîsa Zirganê dema nobet li konê çalakiyê dewr girt, daxuyanî da. Li ser navê komê, endama Meclîsa Zirganê, Şirîn Mîro got, "Hêzeke ku ji xwe re dibêje ez Kurd im, dest daniye ser cenazeyên zarokên me. Ma dibe ku di demekê de ku em dawa yekîtiya Kurdan dikin, hêzeke ku xwe weke Kurd pênase dike, tiştekî wiha bike? Em cenazeyên xwe dixwazin."
Li ser navê koma ji Til Temirê ya ku nobeta xwe dewrî koma ji Zirganê kir jî, Endamê Meclîsê, Ronas Yûnis ji bo koma Zirganê serketin xwest û got: "Em bawer dikin ku ev çalakî wê bi ser bikeve."
Çalakiya konvedanê ya li ber deriyê sînor ê Sêmalkayê di roja 77’an de dewam dike. Nobetdar dixwazin ku cenazeyên gerîlayên HPG´ê yîn hêzên PDK´ê ew şehîd kirin, wergirin. Hêzên PDK´ê 28-29’ê Tebaxê, li devera Xelîfanê 5 gerîla şehîd kiribûn, 2 jî birîndar kiribûn. Ji birîndara yekî xwe gihandin hevrêyên xwe û aqûbeta yê din îro jî nediyar e.
DÊRIK