PDK dûrî mirovahiyê ye

Pêncşem 6 Çile 2022 - 22:42

  • Çalakiya malbatên şehîdan li deriyê sînor ê Sêmalkayê di meha xwe ya 4’an de dewam dike. 

Çalakiya malbatên şehîdan li deriyê sînor ê Sêmalkayê di meha xwe ya 4’an de dewam dike. Çalakvanan diyar kir ku rayedarên PDK’ê hê jî bersivek nedane wan.   

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK’ê de li Xelîfanê 28 û 29´ê Tebaxa 2021´ê de şehîd bûbûn, ev 4 meh e li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya xwe dewam dike. Lê PDK daxwazên gel red dike.

Endamên yekîtiyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ên Til Hemîs, Til Koçer û Tirbespiyê di roja 94’an de beşdarî çalakiyê bûn.

Şêniyên navçeya Çilaxa bi dirûşmên şermezarkirina PDK’ê, çûn pêşiya nobetdarên nû. Piştre hevseroka Yekîtiya Ajokaran a Tirbespiyê Zîlan Temo got, "Çalakiya xwepêşandanê bi daxwazên malbatên şehîdan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan ket meha xwe ya çaran."

Zîlan Temo wiha dewam kir: "Redkirina radestkirina cenazeyên şehîdan ji aliyê PDK’ê ve, dûrî nirxên mirovahiyê ye."

Malbatên şehîdan ji 5'ê Mijdara par ve ji bo radestkirina cenazeyên şehîdan li Sêmalkayê çalakiya xwe ya nobetê didomînin. 

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.