Mayîn nehatine paqijkirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 16 Tîrmeh 2023 - 14:16

HERÊM QADIR / ROJNEWS / PÊNCIWÊN

Ji ber şerê Iraq û Îranê her wiha siyaseta rejîma Baas a bi îdiaya parastina sinoran, di salên 1980’yan de rejîma Baas beşek mezin ji xaka Herêma Kurdistanê mayîn kir. Piraniya cihên hatîn mayînkirin cihên niştecihbûn û lawirvaniyê ne.

Bi deh hezaran bûne qurbanî

Li gorî daneyên Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mîn (Mayîn), li Herêma Kurdistanê 13 hezar 570 kes bûne qurbaniyên mayînan. Rojane jî qurbaniyên van mayînan zêde dibin. Berê li Herêma Kurdistanê 776 kîlometre çargoşe zeviyên mayînkirî hebûn. Lê niha ev rêje daketiye 255 kîlometreyên çargoşe.

Zêdetir mayînên li dijî mirovan e

Serokê Giştî yê Dezgeha Karûbarên Mîn a Herêma Kurdistanê Cebar Mistefa axivî û got: “Sedemê hêdî karkirina paqijkirina mayînan li Herêma Kurdistanê metirsiya di dema rakirina mayînan de ye. Sedemek din jî pirsgirêkên di aliyê darayî de ne.” Cebar Mistefa destnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê du cûrên mayînan hene, yek ji van yên li dijî tankan (antî tank) ya din jî yên li dijî mirovan (anti personel) hatin danîne. Cebar got: “Ji vana ji sedî 90’ê mayînan yên li dijî mirovan hatîne danînin. Herî zêde jî yên ji cûrê Valmara BS 50 ne. Piraniya welatên serdest destê wan di çandina van mayînên ku xelkê Herêma Kurdistanê dikin qurbanî de hene.”

Li Pênciwên metirsî zêde ye

Di dewamê de Cebar Mistefa navçeya Pênciwên wek yek ji deverên herî zêde mayîn lê hatine çandin bi nav kir û got: “Piştî wê jî devera Çomanê ye. Salane herî zêde li van her du cihan xelk dibin qurbaniyên mayînan.”

Ji ber paqijnekirina deverê ji mayînan, salane xelk di dema çêrandina pez yan jî komkirina pincarê biharê de metirsiyek zêde li ser jiyana wan çêdibe. Hinek ji wan dimirin û hinek ji wan jî birîndar dibin.

Îsal jî 2 kes mirin

Kuyar Mihemed xelkê bajaroka Tewêle ye û gelek nas û xizmên wî ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dane. Kuyar got: “Devera me ji ber sînorê Îranê ye, beşek zêde ji vê axê hatiye mayînkirin. Ev mayîn bi berdewam metirsiyê dixin li ser jiyana xelkê. Bi taybetî xelkê ku ji bo komkirina pincarê Biharê berê xwe didin deverê. Îsal jî du kesên xelkê Hewreman ji ber teqîna mayînan jiyana xwe ji dest dan.”

Kuyar Mihemed diyarkir ku dezgeha karûbarên mayînan 23 hezar metre zeviyên wî ji mayîn û teqemeniyan paqij kiriye. Ji ber nebûna rê û asêbûna cih 33 hezar metre jî hîna nehatiye paqijkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.