PDK şaş difikire

Duşem 3 Çile 2022 - 22:57

  • Çalakvanên li Sêmalkayê piştrast kirin ku çalakiya wan heta wergirtina cenazeyên şehîdan dê dewam bike û wan diyar kir ku girtina deriyên sînor, li ber berxwedana wan nabe asteng.

Çalakvanên li Sêmalkayê piştrast kirin ku çalakiya wan heta wergirtina cenazeyên şehîdan dê dewam bike û wan diyar kir ku girtina deriyên sînor, li ber berxwedana wan nabe asteng.

Çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê li gel bangewaziyên hêzên niştimanî, siyasî û pêkhateyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî meha xwe ya çaran bû.

Hevserokê Yekitiya Kadkeran a navçeya Dirbêsiyê, Ehmed Mehmûd tev li çalakiyê bû û got, yekîtî û sendîka hemû piştgiriyê didin çalakiya konvedanê: “Li şûna ku PDK bersiva daxwaza malbatên şehîdan û çalakgeran bide, deriyê sînor ê Sêmalkayê girt. Çalakiya me heta wergirtina cenazeyan dê dewam bike.”

Bavê şehîd Elî Ebo (Dilbirîn Baz) ku li Reqayê sala 2017`an şehîd bûye, Hesen Ebo jî got, çalakiya wan heta wergirtina cenazeyên şehîdan dê dewam bike.

Hesen Ebo bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir û got, “Şêniyên Rojava li Başûr gelek şehîd dane û amade ne ji bo wan fedakariyên din bikin.”
Têkildarî girtina deriyên sînor Hesen Ebo got, “PDK bawer dike ku bi girtina deriyên sînor, dikare gel birçî bike. Lê xelkê Rojava ji maf û daxwazên xwe gavê paşve naavêje. Dorpêç bandorê li me nake û em ê têkoşîn û çalakiya xwe heta wergirtina cenazeyên şehîdan bidomînin.”

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.