PDK ciwanan çavtirsandî dike
În 7 Çile 2022 - 22:51
- Penaberên ku li ser sînorê Belarûs û Lehistanê asê mabûn, ji neçarî vegeriyabûn Başûr, li Hewlêrê bi tohmeta handan û teşwîqkirina xelkê ji bo biçin Ewrûpayê, hatin girtin.
Penaberên ku li ser sînorê Belarûs û Lehistanê asê mabûn, ji neçarî vegeriyabûn Başûr, li Hewlêrê bi tohmeta handan û teşwîqkirina xelkê ji bo biçin Ewrûpayê, hatin girtin. Li gorî nûçeya Bwar Newsê, Asayîşa Hewlêrê gelek kesên ji Belarûsê vegeriyane kirine nezaretê.
Li gorî Bwar Newsê, xizmekî yekî ji kesên kirine nezaretê gotiye, “Piştî ku kurê me ji Belarûsê dersînor kirin, hate Hewlêrê, asayîşê ew kire nezaretê.
Berpirsiyarên asayîşê ji me re got, kurê we li ser tor û tevnên înternetê û ragihandinê li dijî hikûmetê peyiviye û xelk teşwîq kiriye ji bo ku Herêma Kurdistanê bi cih bihêlin. Ji bo wê me ew kir nezaretê.”
Li gorî nûçeyê girtina van kesan heta pêr jî dewam dikir.
Bwar News dibêje, çavkaniyeke ji hêzên ewlekariyê, agahiyên wan piştrast kirine û gotiye. “Hejmerak ciwan hatin girtin, wan xelk sor kiriye da ku tevlîheviyê bikin û li dijî hikûmetê peyivîne.”
HEWLÊR