Deriyê Sêmalka vedibe
Yekşem 4 Hezîran 2023 - 14:09
Rêveberiya Deriyê Sêmalka ragihand ku tevî xebatên beşa têkiliyan û rêxistinên mirovî wê beşa bazirganî jî roja duşemê ango îro dest pê bikin. Yanî derî wê li bazirganiyê jî vebe.
Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ragihand ku xebatên li deriyê sînor tenê di beşên têkiliyan û rêxistinên mirovî de wê ji nû ve dest pê bikin.
Lê piştre Rêveberiyê eşkere kir ku tevî beşên têkiliyan û rêxistinên mirovî, wê xebatên beşa bazirganî jî dest pê bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN