Ziyaneke mezin dide Başûr
În 7 Çile 2022 - 22:48
- Endama Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ya li Herêma Kurdistanê, da zanîn ku ji bo vekirina deriyan heta niha ti agahiyek li ber destê wan nîne.
BOTAN GERMIYANÎ / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Endama Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ya li Herêma Kurdistanê, da zanîn ku ji bo vekirina deriyan heta niha ti agahiyek li ber destê wan nîne. Rêveberê gumrika herêmê jî diyar kir ku girtina deriyan zerer e. Aborînas Haşim Zêbarî jî got; “Divê deriyên ser sînor ji destê aliyekî siyasî werin derxistin.”
Di 16’ê Kanunê de çekdarên ser bi PDK’ê bêyî ku Hikûmet û Parlamena Herêmê biryarekê bidin, deriyên Sêmalka û El Welîd, li ser Rojavayê Kurdistanê girtin û hîna jî nehatine vekirin. Nerazîbûna ji girtina deriyan, roj bi roj zêde dibe.
Derbarê girtina deriyan de, endama Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ya li Herêma Kurdistanê, Nurşan Hisên ji Rojnewsê re got, hîna jî derî girtî ne û derbarê vekirinê de jî ti agahiyek li ber destê wan nîne. Nurşan Hisên di dewamê de dibêje; “Îro ji deriyê El Welîd rê ji bo welatiyên ji
Rojava tên Başûrê Kurdistanê vekirin, piştre careke din wê derî bigirin.”
Rêveberê Giştî yê Gumrika Herêmê, Samal Ebdulrehman jî li ser ziyanên girtina derî got; “Ji ber girtina derî, bazirganî li deriyê Fîşxabûr nayê kirin, em tam nikarin hesab bikin ka ziyan û zerera girtina derî ji bo Herêma Kurdistanê çend e, lê em vê dizanin ku di warê aborî û bazirganiyê de, zererê dide.”
Di vê di destê hikûmetê de bin
Aborînas Haşim Zêbarî jî derbarê ziyanên girtina derî de got; “Di warê aboriyê de ji bo her du aliyan jî ziyan e, bi taybetî jî ji bo Herêma Kurdistanê. Ji ber ku li wan deriyan bi milyonan dolar bi dest dikevin, lê bawer nakim ew dahat bikeve berîka hikûmetê, tenê ji bo hizban e. Hezaran kesên jiyana wan li ser wan deriyan bû, niha bê kar mane. Kel û pelên ji Rojavayê Kurdistanê dihatin, xwedî kaliteyeke baş bûn, heger careke din ew tişt neyên wê bihayê wan jî giran bibe. Ji ber ku berhemên li herêmê, têra bazarê nake, bi taybet jî di warê goşt de.”
Haşim Zêbarî dawiyê jî dibêje; “Ji bo Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê ziyan zêde ne, pêwîst e derî ne li ser aliyekî siyasî bin, ew derî bikevin destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”