Çalakî li deverên din wê bidome
Yekşem 23 Çile 2022 - 22:36

- Meclîsa Malbatên Şehîdan ragihand ku çalakiya li Sêmalkayê bi dawî bûye û ew ê çalakiya xwe li deverên din dewam bikin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan ragihand ku çalakiya li Sêmalkayê bi dawî bûye û ew ê çalakiya xwe li deverên din dewam bikin.
Meclîsê doh ragihand ku çalakiya li Sêmalkayê 111 rojan dewam kiriye, û ew ê êdî çalakiyê li deverên din dewam bikin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan 5`ê Cotmeha par, bi armanca wergirtina cenazeyên şehîdên di kemîna PDK´ê ya li Xelîfanê de çalakiya konvedanê nêzî deriyê sînor ê Sêmalkayê dabû destpêkirin.
Bi sedan kesên ji Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û Tirbespiyê doh çûn serdana çalakiyê.
Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê, Îhsan Şiblî daxuyanî da û got,
“Ji 4 mehan ve, me çalakiya xwe li dar xistiye. Tevî bangewaziyên aştiyane, rayedarên PDK’ê daxwazên me bêbersiv hiştin. Çalakiya li Sêmalkayê bi dawî bû lê em ê li deverên cuda bi rêyên aştiyane çalakiya xwe dewam bikin.”
QAMIŞLO















