Şûştina miriyan di gelek diyanetan de yan adet yan jî ferz e. Li cenazeyan kirina bêhnên xweş û gulavan jî li gelek deveran ji adetan e. Hin Romayiyên ku beriya 2 hezar salan mirine jî bi bêhnên xwe yên xweş hatine veşartin. Li cem cenaze yan jî bermahiyên wan ev parfûm hatine danîn. Delîla ve yekê jî ew e ku di gorekê de "Parfum"eke di şûşeyeke ji kuwartzê de hatiye dîtin. Lêkolîna li ser naveroka wan, nîşan dide ku esansa vê parfûmê, ji giyayêbêhnxweş yan jî paçûlî ye. Bi xêra vê şûşeka piçûçik, lêkoleran karîn xwe bera nava bêhnên xweş ên parfûmên li Romayê bidin û bêhneke ne xerîb, lê nas dîtin: paçûlî. 

Lêkolîna li ser vê kifşê, dawiya Gulana bihurî di kovara Heritage de hat weşandin. Ev bêhna weke erdê xweş, di parfûmên îro de tê bikaranîn, lê nedihat zanîn ku Romayî jî ji bo parfûmên xwe bi kar tînin. 

Şûşeka parfûmê ya piçûçik a ji kuwartzê ji destpêka sedsala 1´ê maye û sala 2019´an li goristaneke Romayî ya li bajarê Spanyayê Carmona hatibû dîtin. Ev dever ji bajarên muhim ên Romayê bû li deverê. Cenazeyê kesê mirî hatiye şewitandin û xweliya wî jî di cêrikekî de hatiye danîn. Ev şûşeka hanê jî di nava vî cêrikî de hatiye dîtin. Axir ev kesê mirî, wiha diyar e ne kesekî ji rêzê ye, ji ber ku tiştên ji kuwartzê jixwe di serdema Romayê de weke tiştên luks dihatin dîtin. 

Beriya niha jî hatibû tesbîtkirin ku Romayî cewherên xweşbêhn tevlî zeytê yan jî rûnên ji giyayên din dikirin da ku parfûman çêkin. Lê ev cara yekê ye ku çavkaniya cewhera bêhnxweş tam tê naskirin. 

MADRÎD