Me li ser hêza îdeolojîk têkoşîn meşand

Pêncşem 31 Tîrmeh 2025 - 03:45

Endamê Konseya Rêvebir ê KCK’ê Xebat Andok anî ziman ku ji bo hebûna xwe misoger bikin çi ji destê wan hat kir û têkoşîn meşandin û got:"Ya esasî me li ser hêza xwe ya îdeolojîk ev têkoşîn meşand."

Endamê Konseya Rêveber ê KCK'ê Xebat Andok, pêvajoya çareseriya demokratîk li Herêmên Parastina Medyayê çawa tê şopandin nirxandin, rewşa ragihandinê ya di demên şer û aştiyê de û bandora zimanê medya li ser civakê rojnamevan Erdal Er re parve kir..

Nirxandinên Xebat Andok ên ku di televîzyona Medya Haber de hate weşandin wiha ne:

Ji ber ku em neçar mane me serî li têkoşîna çekdarî daye û aliyê me yê leşkerî derket pêş. Ji ber ku tu rêyên din tune ne. Tu bi pirsgirêka hebûnê re rû bi rû yî û ji bo hebûnê jî rêbaza têkoşînê hewce dike. Bo nimûne ji ber ku kanalên weke siyaseta demokratîk vekirî nînin ku a niha di rojevê de ye û polîtîkayeke înkarê ya gelekî tund di dewrê de ye. Tew em dikarin bibêjin ku polîtîkayên jenosîd û asîmîlasyonê di dewrê de ne, me li hemberî van yekan bi wî awayî li ber xwe da. Li ser vê yekê bandora me heye. Yanî ji ber neçariyê mirov serî li rêbazeke têkoşînê ya bi wî rengî dide. Lê belê ji wê yekê wêdetir di rastiyê de sedema avabûna feraseteke bi vî rengî şerê taybet e. Yanî bi awayekî giştî gelê Kurd di mejiyê wan de paşvemayî ne. Her wiha heger em wisa lê mêze bikin Rojhilata Navîn li gorî rojava paşvemayî ye.

Ji ber ku pirsgirêka me ya hebûnê hebû, ev aliyê me bêhtir derket pêş. Ji bo hebûna xwe misoger bikin çi ji destê me hat me kir û me têkoşîn meşand. Ya esasî me li ser hêza xwe ya îdeolojîk ev têkoşîn meşand. Wekî we gotî em tevgereke pir perwerdehiyî ne, tevgereke nîqaşê ne, tevî kêmasiyan jî em tevgereke çand û hunerê ne. Di cewherê xwe de gelê me bi her awayekî hatiye parçekirin, rêxistiniya wê û hemû tiştên aîdî wê ji holê hatiye rakirin. Em tevgereke ku vî gelî di hemû qadên jiyanê de hebûna wê bîne ba hev û wê ber bi azadiyê ve bibine. Di wateya teng de ev yek tenê bi xebatên leşkerî pêk nayê, di rastiyê de her kes vê yekê dizanin.

Her kes dizane ku Tirkiye pirsgirêkek cîdî ya demokrasiyê dijî. Pirsgirêkên demokrasiyê yên ku dijî di esasê xwe de ji ber çaresernekirina pirsgirêka Kurd diqewimin. Tirkiyeya ku pirsgirêka Kurd çareser neke ne pêkan e ku demokratîk bibe.

Bi kurtasî, ez dixwazim vê bêjim. Pêvajoyeke ewqas girîng heye, lê dema li nêzîkatiya ev medyaya ku jê re dibêjin medyaya muxalefetê dinêrin, di rojeva wan de xeletiye mezin heye

Li Tirkiyeyê hiqûq tine ye. Niha li Tirkiyeyê derdê me yê bingehîn ev e ku Tirkiye çawa wê bibe dewletek ku bi serweriya hiqûqê bê birêvebirin. Hemû têkoşîna me ji bo vê ye. Me dev ji paradîgmaya "Em ê dewletê wisa hilweşînin û li şûna wê tiştekî wisa deynin" terikandiye. Rêbertiya me ev yek têr û tije rave kiriye.

Neguherîna zimanê medyayê bi du aliyan ve bandorê dike. Yek jê li Kurdan a din jî li Tirkiyeyê dike. Weşana di vî alî de tê kirin, ew baweriya heyî kûrtir dike. Jixwe me ji vê kişandiye; em herî kêm sedsalek e em vê dikişînin. Em herî kêm sedsalek e hewl didin ku hebûna xwe bidin qebûlkirin. Û ev yek bi tevahî dibe ku ji bo me milyon şehîdan bûye mal.

 

Pêşî di ziman de aştî pêk were. Ji bo pêşxistina zimanê aştiyê hin şert hene. Bê guman, em nikarin bibêjin ku her tişt wekî berê. Her ku diçe di alî de guhertin çêdibin. Lê hîn kêm in; ji ber ku wan berê pir zêde kontrol winda kirin. Wan pir zêde bi rastiyan û heqîqetê lîstin. Wan pir zêde xwe spartin polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê. Difikirîn ku ew ê encaman bi dest bixin. Ji bo piştgiriya raya giştî bi dest bixin, çi ji destê wan hat kirin. Lê têkoşîna me dawî li vê yekê anî. Niha, di nava şaşwaziya ku wê xwe çawa komî ser hev bikin de ne. Wisa xuya dike ku hewceyî bi nûkirina heye.

Mînak qada siyasetê li bendê namîne. Siyaset tê wateya hizirkirin, dîtin û pratîkkirin e. Siyaset cihekî çareserkirina pirsgirêkan e.

Di vê qonaxê de rola çapemeniyê bi tevahî hêza sereke ye. Dibe ku heta niha, organên me yên din ên têkoşînê bêtir xizmeta propagandayê bikirana. Lê niha ji ber ku em azadiyê ava dikin û ev avakirin hişmendiyek taybetî hewce dike, çapemenî navgîna vê ye û dikare bigihîje beşên herî berfireh ên civakê. Her kesê ku dixwaze bigihîje civakê - çi bi rêya hunerê be, çi jî ew kesên ku dixwazin di her warê din ê jiyanê de tiştekî hilberînin û parve bikin - divê amûrên ragihandinê bikar bîne. Ji ber vê yekê çapemenî di avakirina civaka demokratîk û jiyanek azad de xwedî pozîsyonek diyarker e. Ji ber vê yekê çapemeniya azad divê ew xwe wekî aktorê herî çalak di vê pêvajoyê de xwe bibîne.

Ev kar bêrêxistinê nabin. Bi hewldanên kesayetî nabin. Kesê ku herî zêde xurt nikaribe xwe birêxistin bike, tiştekî nikare bike. Belê, her kesê me kesayetek e. Pirsgirêkên civakî ne, divê çareserî jî civakî bin. Ji Lewra rewşenbîr, kêmasiya herî bingehîn a nîvîskar û hemû mirovên ku ji bo demokraîtkbûna Tirkiyê di nav hewldanê de ne xwe bi awayekî têrker birêxistin nekirin e. Encamgirtin ji rêxistinbûnê derbas dibe.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.