Reformên destûra bingehîn divê
Duşem 3 Mijdar 2025 - 03:25

Hevserokê DEM Partiyê yê Antalyayê Selamî Ozyaşar, diyar kir ku pêvajo bi siyaseta demokratîk xurt dibe û got: “Divê Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê bê verastkirin. Herwiha divê komîsyoneke amadekar a reformên destûra bingehîn û demokratîk hebe.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, hêj di rojevê de ye. Tevgera Azadiya Kurd, di daxuyaniya 26’ê Cotmeha ragihand ku dê hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vekişînin, ji bo gavavêtinê bala raya giştî li ser gavên dewlet û desthilate ne.
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Antalyayê Selamî Ozyaşar geşedan nirxand.
Selamî Ozyaşar, diyar kir ku referansa herî girîng siyaseta demokratîk e û ev tişt got: “Referansa esasî ya rêzdar Ocalan siyaseta demokratîk û jiyana hevpar a gelan e. Ev fikir ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê bûye hêvî. Lêbelê ev hêvî ji ber gavneavêtina dewletê qels bûye. Ji bo baweriya bi pêvajoyê divê qenalên ragihandê yê Abdullah Ocalan bi temamî vekirî be.”
Selamî Ozyaşar, qala nêrîna gelê Antalyayê ya der barê pêvajoyê de kir û wiha pê de çû: “Civak bi giştî bextewar e, lê baldartir tevdigere. Gel ji ber tecrubeyên demên berê li dijî dewletê bi hesas e. Ji ber ku girtî hêj nehatine berdan, verastkirinên destûra bingehîn pêk nehatine û tecrîd didome ev yek baweriya bi pêvajoyê qels dike. Ji bo aştiya vî welatî divê rêzdar Abdullah Ocalan azad be. Lewre yê ku ev pêvajo da destpêkirin, birêve dike û tekane aktorê ku karibe pêvajoyê birêve bibe ew e. Heta azadiya wî neyê misogerkirin pêvajo bi sernakeve.”
Selamî Ozyaşar, di berdewamiya axaftinma xwe de ev tişt got: “Ji ber gavên deweletê yên li gotî polîtîkayên ewlehiyê yê serdema berê, tundiya komên netewperest û konjoktora navneteweyî, pêşveçûna pêvajoyê dereng dixe. Heta ev fikar neyên çareserkirin aştiyeke mayînde ne pêkan e. Divê verastkirinên derbarê girtiyên nexweş de tavilê bên kirin. Divê Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê bê verastkirin. Herwiha divê komîsyoneke amadekar a reformên destûra bingehîn û demokratîk hebe. Ev komîsyon dikare lihevkirina civakî pêk bîne.”
MA/ANTALYA











