• Bengîn Elî: Ji ber zexta rejîmê me karên çandê bi zor û zehmetî dimeşandin. Me karên xwe hemû bi dizî dikirin. Jixwe, komeke me ya gelekî mezin yan jî navenda me tine bû. Tenê Koma Çiya hebû.

NÛJIYAN ADAR / QAMIŞLO/ANF

Endamê Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo, Bengîn Elî dibêje, "Astengiya fizîkî ti carî li pêşiya min nebû asteng." Bengîn Elî ji ber nexweşiyekê seqet bûye.

Bengîn Elî li Qamişloyê ji dayik bûye û lê mezin bûye. Gava ku ew 6 salî bû, nexweş ket û ji herdu lingên xwe seqet ma. Bengîn li ser seqetmayina lingên xwe dibêje, "Astengiya fizîkî ti carî li pêşiya min nebû asteng. Min psîkolojiya xwe li gorî astengiya xwe ya fizîkî amade kir."

Bengîn Elî, di nava Koma Botan de cih digire. Ew dibêje, piştî sala 1985'an wî PKK nas kiriye, jiyana wî guheriye.

Ew sala 1985'an tevlî nav karên siyasî, leşkerî û çandî dibe. Di civînekê de tembûra di destê hevalekî de bala wî dikişîne. Bengîn dibêje, "Navber dan civînê. Di destê hevalekî de tembûrek hebû, min rahiştê û jê re got, hînî min bike. Got, hînbûna wê zehmet e û tembûr ji min stand. Heval dest pê kir, li tembûrê xist. Dengê tembûrê çû Hozan Serhed. Ji dûr ve bûyer dîtibû. Ber bi me ve hat û ji hevalê li gel min re got, hînbûna tembûrê ji zarokatiyê nayê. Heger em dikarin lê bixin, hingî hevalê Bengîn jî dikare lê bixe. Navber qediya û me civîn dewam kir. Hozan Serhed piştî civînê hat gel min û ji min pirsî, ka bi rastî jî dixwazim li tembûrê bixim yan na. Min jî got erê, û piştre hêz û moral da min; got, tu dikarî lê bixî. Tembûreke xwe ya mezin hebû, da min. Notayên strana 'Bûkê Delalê' nîşan dan û ji min xwest ku lê bidim. Di nava mehekê de hînî lêdana sê-çar stranan bûm. Di hevdîtineke din de hînî lêdana tembûrê bûbûm û dema ku wî ev dît, gelekî kêfa wî hat." 

Bi roj gerîlatî û şevan jî karê çandê

Bengîn di nava PKK'ê de bi rengekî çalak cih girt. Sibehan cilûbergên gerîla didirûtin, her wiha karên eniyê jî dikir. Êvarê jî karên çandê dimeşandin.

Bengîn bi Koma Çiya re tevlî nava karên çandê bû û wiha qala wê demê dike: "Ji ber zexta rejîmê me karên çandê bi zor û zehmetî dimeşandin. Me karên xwe hemû bi dizî dikirin. Jixwe, komeke me ya gelekî mezin yan jî navenda me tine bû. Tenê Koma Çiya hebû. Li Qudurbeg, Kornîş, Enteriyê navendên me yên çandê hebûn. Ji ber zextên rejîma Sûriyeyê her tim me li heman cihî nikarîbû prova bikira.

Derfetên me zêde tine bûn. Bi giranî me ji bo Cejna Newrozê amadekarî dikir. Jixwe, ji bo alîkariya madî bide rêxistinê, em veşartî tevlî dawetan dibûn. Sindoqeke me hebû, alîkarî me li wir kom dikir. Weke kom, em gelekî bi biryar bûn, bêberdêl em tevlî karên çandê dibûn."

Tevlî Koma Botan dibe

Bengîn Elî, demekê navberê dide karên çandê û tevlî karên siyasî û leşkerî dibe, lê ti carî ji karên çandê qut nabe. Piştî Koma Çiya, koma bi navê Koma Çanda Şoreşê ava kir. Bengîn Elî got, "Piştî demeke dirêj ji nû ve li karê çandê vegeriyam û min xwe ji nû ve dît. Min koma muzîkê ya bi navê Koma Çanda Şoreşê ava kir. Bi rastî jî koma me serketî bû û li Rojava deng vedabû. Li ser daxwaza Koma Botan, me Koma Çanda Şoreşê tevlî nava Koma Botan kir. Niha bi berpirsyariya Koma Botan tevdigerim."

4 keçên wî jî bi çandê re mijûl in

Keçên Bengîn ên bi navê Evîn, Lawa, Êva û Hêvî jî tevlî karên çandê dibin. Di nava Koma Botan de li gel bavê xwe, Evîn distirê.

Lawa di koma govendê de, Hêvî û Êva jî di komên zarokan ên li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo tevlî karê çandê bûne. Bengîn Elî dibêje, ew ji vê yekê kêfxweş e û pê serbilind e.