Me Alî dîtiye, em wî nas bikin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 21 Nîsan 2021 - 05:47

  • Alî Ikîzer sala 2004 li gundê xwe Maxsonê tevî Hozan Diyar strana Sawê li gundê stranê bi xwe dibêje: “Mirov li dinyayê bigere jî ne weke gundê mirov lê hatiye dinê û lê mezin bûye. Em jî şa bûn, gundiyên min jî.”

FIRAZ BARAN/KOLN

Alî Ikizer li Ewrûpayê yek ji muzîkjenên herî xuya yên Kurd e. Ev 30 sal in bi tembûr û baxlema xwe ji hunermendên Kurd re ledixe. Yanî Kurd û kesên diçin konserên hunermendên Kurd ew dîtine, lê kêm ji wan wî nas dikin. Ji bo ku guh bidim serpêhatiya wî, li bajarê Elmanyayê Kolnê, li bajarê ew lê dimîne, me civateke piçûk danî da ku em wan rê û dirbên di hunerê muzîkê de wî dayî ber xwe, nas bikin. 

Gava hê nû civata me wê xweş bibe, ez pê dihisim ku serpêhatiya muzîkjeniya wî beriya ew çavên xwe li vê dinya gewrik veke, dest pê kiriye. Yanî malbata wî û muzîk ji berê ve di zik hev de ne. Bavê wî Bollo, li rizba û bilûrê dixe. Xalê wî, Xala Qir jî rizbayan çêdike. Kekê wî Karre Bolle jî li Bazarcixê, li derdora Markazê hozanekî navdar e. Ew ji gundê Maxson ê ser bi Bazarcixê ye. Alî Ikîzer wiha behsa malbata xwe dike: “Xalê min, Xala Qir ev demeke dirêj e, rizbayan çêdike. Li Bazarcixê Pîr û Zakîr bi rizbayên wî cemê digerînin. Sala 2004’an çû ser Heq. Rizba li cem Elewiyan xwedî cihekî taybet e. Sazeke xasî me ye. Niha jê re dibêjin, tembûra dedeyan, yan jî Sêtêl jî dibêjin. Lê em jê re rizba dibêjin. Ji currayê hinekî mezintir e. Ji tembûra em jê re çoxur dibêjin jî hinekî piçûktir e. Tembûreke ku bi şelpeyê mirov lêdixe. Berê dedeyan (ji pîrên Elewiyan re dibêje) lê dixist. Lêxistina wê şîrînok e. Gava ez piçûk bûm min ew didîtin, min gelekî dilê xwe dibijande wan. 

Rizbayeke bavê min hebû. Lêdixist. Bavê min wekî din li bilûrê jî dixist. Bilûreke wî ya dirêj a hesinî hebû. Lê ji ber nexweşiya dil, nekarî demeke dirêj lêxe. Ji ber wê jî zingar girt.

Kekê min Karro jî hozanekî dengşewat bû. Bi Kurdî digot. Li malan xelkê li kasetên wî gelekî dihisand. Mixabin her sê jî meşiyan ser Heq. Xalê min 2004’an, bavê min 2009’an û kekê min Karro jî 2017’an wefat kir.“

Rêgeha wî ya muzîkê

Alî Ikîzer bi xwe di nava muzîkjenên Kurd de xweş tê naskirin. Ew hosteyê tembûrê, yê baxlemê ye. Alî  Ikîzer bi pirranî bi Hozan Diyar re derdikeve ser dikê. Lê ji Xelîl Xemgîn heta bi Şivan Perwer wî ji bo gelek hunermendan di konseran de li tembûrê û baxlemê xistiye. 

Ew sala 1971‘ê li gundê Maxsonê hatiye dinyayê. Sala 1988’an hîna 17 salî ye, koçberî Swîsreyê dibe. Piştî ku sê salan li wir dimîne, li bajarê Elmanyayê Kolnê bi cih û war dibe.

Gava ku deh salî ye li gund ew hem berxvaniyê dike û hem jî diçe dibistanê. Heger dem ji ber bimîne jî, diçe cem cîranê xwe Hisênê Huse û li cem wî hînî lêxistina tembûrê, baxlemê dibe. 

Malbata wî jî vê dibîne û jê re currayêkê dikire. Piştre hewasa wî diçe ser baxlema elektro. Gava ku kekê wî Karrê Bolle ji Elmanyayê tê iznê, jê re ji Mereşê baxlemeyeke elektro dikire. Ew êdî hem lê dixe û hem jî bi gund hemûyî jî dide guhdarîkirin. Carinan di şahiyên li gund de li ber baxlema xwe ya elektro stranan jî dibêje. Sala 1988‘an gava koçberî Swîsreyê dibe, dikeve koma folklorê.

Heqê Qadrî Zana

Ji sala 1989‘an û pê ve êdî li ser dikê li tembûrê dixe. Wê salê ew ji bo hunermendê Mêrdînî Qadrî Zana li tembûrê dixe. Alî Ikîzer ji bo wî dibêje, “Hevjîna Qadrî Zana ji Mereşê ye. Ez pêşî bi wî re derketim ser dikê. Rola wî heye di wê yekê de ku ez derketim ser dikê û min xwe bi pêş xist. Heqê wî heye li ser min.”

Piştî ku Elmanyayê ji xwe re dike cih û war, Alî Ikîzer ji Hozan Sosin heta bi Ciwan Haco, ji hunermendên Kurd re di konseran û çalakiyan de li tembûr û baxlemê dixe. Lê belê herî zêde bi Hozan Diyar re ye.

Ji sala 2000‘î ve ji bo qeydiyên gelek albuman jî wî di studyoyê de li baxlema û tembûrê xistiye: “Di albumên hunermendên me yên weke Diyar, Xelîl Xemgîn, Seyidxan, Sosin, Binevş Narin, Aydin re min li baxlemê xist. Min derhêneriya albuma duyem a Hasan Yildiz û albuma dawî ya Ahmet jî kir.”

Konserên welat!

Bi hunermend Diyar re li Ewrûpaya Navendî, li Skandînavya, Balkanan, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Kanada, Iraq, Sûrî, Libnan, Rûsya, Ermenistan, Qazaxistan û Sibîryayê çûye konseran. Lê konserên ji bîra wî naçin ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ne, ku sala 2004’an hatine lidarxistin: “Konserên herî zêde tesîr li min kirin ew rêza konseran a ji Stembolê heta bi Colemêrgê yên 2004’an bûn. Li 17 bajaran konserên me yên bêqisûr çêbûn. 

Li Çewlîg, Semsûr û Hekariyê em di stadyumê de derketin ser dikê. 30 hezar kes dihatin. Xelkê pê li hev dikir. Ez jî Diyar jî, em sala 1988’an çûn Ewrûpayê û piştî bi 16 salan em vegeriyan welêt. Ew konser, ew hezkirin ji bo me bû diyariyeke gelekî mezin. Albuma Gûlê Neçe nû derketibû. Strana Sawê ya gund û bajarê min jî di albumê de bû. Min ew berhem berhev kiribû.

Me li şanoya servekirî ya Stenbolê Harbiyeyê konser da, tijî bû. Li Bursayê li şanoya servekirî me konser da, tijî bû. Altinoluk, Izmîr, Antalya, Edene, Bazarcix, Semsûr, Riha, Amed, Meletî, Colemêr, Şirnex, Çewlîg, Dep, Elezîz, Mûş, Wan, Agirî, Gever û Cizîr; me li hemûyan konser dan. Konsera Geverê ji bîr nabe. Min nedît xelkê li cihekî wisa pê li hev kiribe.”

Alî Ikîzer wê salê diçe gundê xwe Maxsonê jî. Li gundê xwe jî tevî Diyar strana Sawê li gundê wî dibêjin. Ew dibêje, “Mirov li dinyayê bigere jî ne weke gundê mirov lê hatiye dinê û lê mezin bûye. Em jî şa bûn, gundiyên min jî.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.