Materyalên Xweseriyê li Helebê ne 

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 18 Îlon 2021 - 03:22

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) ‎li Helebê yekemîn dibistana bi navê şehîd Qehreman Efrîn vekir ku tê de materyalên Rêveberiya Xweser ên bi zimanên Erebî û Kurdî ji bo dersan tên bikaranîn.‎

Dibistan li Kolana Mizgefta Mezin a Şêxmeqsûdê ye. Komîteyê dibistan ji bermahiyên şer paqij kir û nû kir.  ‎

Kadroya perwerdeyê ya dibistanê ji 40 mamosteyan pêk tê. Ev mamoste dê zêdetirî 600 ‎xwendekarên refên seretayî, navîn û amedehî perwerde bikin.‎
Ji bo ku xebatên perwerdeyê baş bên meşandin, KPC-D’ê maşîna birin û anînê ji xwendekaran re bê pere dabîn kir, pênûs û lênûsk li xwendekaran belav kirin.

Li gorî endamê rêveber ê KPC-D’ê Mihemed Behrî, dibistan 5`ê Îlonê hat vekirin. Behrî da zanîn beriya vekirina dibistanê, wan bi tevlêbûna meclîs û komînan hemleyên ravekirina girîngiya zimanê dayikê di nava şêniyên taxê de li dar xistiye.

Behrî piştrast kir ku ji bo ku fêrkirina materyalên Rêveberiya Xweser ên zimanên Kurdî û Erebî  wan derfetên pêwîst peyda kirin: "Di materyalên Rêveberiya Xweser de cudahiyeke balkêş heye, ew jî tê de du madeyên girîng hene; jineolojî û çand û sinc."

Behrî bang li xelkê kir û got: "Divê zarokên we bi zimanê dayikê fêr bibin da ku civak li gorî ‎qonaxa heyî bi pêş bikeve."‎

Hêjayî gotinê ye ku li Dibistana Şehîd Qehreman berê perwerde bi ‎zimanê Kurdî dihat kirin, lê belê îsal bi zimanên Kurdî û Erebî li gorî materyalên ‎Rêveberiya Xweser hat vekirin. ‎

ANHA/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.