Ji Marsê yekem car qeydiyên deng gihiştin dinyayê. Pê re jî dîmenên rengîn. Ev jî bi xêra robotê nû yê NASA´yê Perseverance û bi kameraya wî ya Navcams 360-Degree Panorama. Panoramaya li vir hûn dibînin 20’ê Sibatê hatiye girtin. Yanî 2 rojan piştî ku robot bi awayekî serketî li Marsê danî. Heman roja vî dîmenê panaroma, du qeydiyên kurt ên deng jî ji dinyayê re şandibûn. Jixwe, kamerayên li ser wê jî piştî ku paraşûta wê vebû, temamê kêliyên danîna wê qeyd kirin û şandin dinyayê. 

Dengê ewil ji Marsê

Robotên beriya niha li ser marsê danîn, mîkrofonên bi wan ve ji pêvajoya danînê sax nefilitîbûn. Vê carê yek ji mîkrofonan sax filitî û qeydiyên deng ên 20´ê Sibatê şandin dinyayê. Wê ev deng ji kratera li Marsê ya ku robot xwe lê danî ya bi navê Jezero şandin. Ev jî qederê 60 saniyeyan bû. Di qeydiyê de dengê bayê li ser erda Marsê û dengên mekanîk ên tevgera Perseverancê tên.  

Perseverancê hîna nû dest bi karê xwe kir, lê ji niha ve dîmen, wêne û dengên herî muhim ji Marsê şandin dinyayê. 

Piştî ku keştiya fezayê kete atmosfera Marsê bi 230 saniyeyan, êdî vîdeo vedibe û mirov lê temaşe dikin. Em di vîdeoyê de kêliya vebûna paraşûtê, kêliya ku zirîhê germê vedibe jî dibînin. Piştî bi 80 saniyeyan, gava ku 2 hezar û 100 metroyan li hewa ye, roketên wê manovreya xwe ya danînê dikin. Nigê perseverancê bi lezeke 2.6 kîlometroyan serê saetê, li ser erda Marsê danîn. Ew kêliya ku xebatkarên NASA´yê ji kêfa dan qîran û hev himbêz kirin.

Wezîfeya sereke ya Perseverancê astrobiyolojî ye. Yanî ew ê li delîlên jiyana mîcrobiyolojîk bigere. Ew ê xisletên geolojîk ên Marsê nas bike û rê xweş bike ji bo kaşifên mirov. 

FRANKFURT