Marlen û Matej li mala xwe ne

În 20 Gulan 2022 - 22:42

  • Înîsiyatîfa azadî ji Marlene û Matej re da zanîn ku Iraqê her du rojnamevan berdane û ew li welatên xwe karîne vegerin. 

Înîsiyatîfa azadî ji Marlene û Matej re da zanîn ku Iraqê her du rojnamevan berdane û ew li welatên xwe karîne vegerin. 

Marlene Forster û Matej Kavčič ji bo li ser qirkirina Êzîdiyan li Şengalê û encamên wê lê bikolin û li raya giştî ya Elman encaman belav bikin, çûbûn Şengalê. Wan herî dawî pîrozbahiyên Çarşema Serê Nîsanê şopandin. 20´ê Nîsanê piştî prîozbahiyan, hêzên Iraqê ew girtin û 22´yê Nîsanê jî ew şandin Bexdayê, navenda îstîxbaratê. Iraqê her du rojnamevan pêşî bi alîkariya rêxistineke terorîst tohmetbar kirin. Paşê jî bi sîxurtiyê. Yekşem û duşema bihurî her du rojnamevan derketin pêşberî dadger û derketibû holê ku tohmetên aliyê Iraqê pûç in.  

Înîsiyatîfa Azadî ji Marlene û Matej re, doh da zanîn ku her du rojnamevan hatine berdan. Daxuyaniya Înîsiyatîfê wiha ye: "Marlene û Matej piştî bi mehekê, di dawiyê de hatin mala xwe. Em şa û bextewer in ku em ê di demeke kurt de karibin wan himbêz bikin. Em malavahiya we hemûyan dikin ji ber piştgiriya we! Girtin û dersînorkirina herduyan gelek pirsan diafirînin û divê van hefteyên li pêşiya me em bi wan dakevin."

Ji bo berdana her du rojnamevanan Înîsiyatîfê 50 hezar îmze berhev kiribûn.

DARMSTADT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.