- Emîne Zane, ev 24 sal in li Elmanyayê çi karê zehmet hebe kiriye. Wê li restoranan jî li avahîsaziyan jî kar kiriye. Niha Emîne Zane ya Batmanî dikana donerê dixebitîne: “Di serî de yên ku ji min lome dikirin, niha pesnê min didin.”
M.ZAHÎT EKÎNCÎ
HAMBURG
Karê jinê, karê mêran… Civak me fêr dike ka jin û mêr çi karî dikarin û divê bikin û ka kîjanî nikarin û divê nekin. Axir keda xuya nake û nirxê wê bi pere nayê pîvan, weke ku di nava aboriyê de nebe, nexuya dibe. Mexdûrên vê nexuyakirinê jî bi pirranî jin in.
Emîne Zane jineke ji Bakurê Kurdistanê ye ku salên 1990´î ji ber siyaseta şerê taybet koçberî Elmanyayê bûye. Li vir wê xwe li gelek karan ceriband û niha hostekareke donerê ye.
Ji înşaetan heta bi restoranan
Ji bo ku karibe debara xwe bike û 5 zarokên xwe xwedî bike, Emîne Zane xwe li vî karî û gelekên din ceribandiye. Niha li dikana xwe ya donerê karê xwe û debara xwe dike. Ev 24 sal in jî li Hamburgê ye. Ew dibêje, ji roja hatiye Elmanyayê ve ew dixebite, û rojekê jî betal nemaye.
Emîne Zane salên 90´î ji ber siyaseta şerê qirêj ê dewleta Tirk penaber bûye: “Piştî ku hatim vir, ji paqijiyê, heta bi restoranan, ji bo ku debara mala xwe û zarokên xwe bikim, min kar kir. Min di paqijiya înşaetan de jî kar kir. Gava ku xwişka min tevî hevjînê xwe dikaneke donerê vekir, ez 9 salan li cem wan xebitîm. Bi vê tecrûbeya xwe, min got ma çima ez nebim xwediyê karê xwe û min tevî kurê xwe Welat dikaneke donerê ya mutewazî vekir.”
Pêşî lome dikirin niha pesn didijn
Emîne Zane dibêje, her kesa ku pêşî dît, wê li dikanê doner daye ber kêrê, ecêbmayî maye, ev kar weke karê mêran dîtine: “Ev pirr şaş e. Yên ku pêşî ji karê min lome kirin, piştî ku dîtin ez ji heqî vî karê derdikevim, êdî dest pê kirin, pesnê min dan.”
Navê wê jî pê re pê re mûye Betmen Emîne: “Ji ber ku ez daimî li kar im, û ji ber ku xelk dizane ez ji Batmanê me, ji min re dibêjin Betmen Emîne. Tevahiya malzemeyên dikanê ez bi xwe çêdikim. xelkê mehelê ji min re dibêje, ´Mama´ (Dayê).“
Piştî ku dikan vekiriye, wê hawîrdora xwe jî guhertiye: “Karê jinan piçûk dibînin. Piştî ku min dikan dewr girt, min kulîlk çandin, min dest bi çandina zebzeyan kir.”
Zarok hînî Kurdî kirine
Emîne Zane 24 salan bî navber xebitiye, lê wê zarokên xwe paşguh nekirine: “Pirraniya rojê kar dikim., lê ez zarokên xwe mala xwe paşguh nakim. Her 5 zarokên min jî bi Kurdî, bi zimanê dayika xwe xweş dipeyivin. Ji bilî Kurdî, ez hewl didin çanda Kurdî jî bidim wan, tiştên me ji dê û bavê xwe girtî bidim wan. Em li ku bin jî, divê em zimanî dayikê fêrî zarokên xwe bikin. Ez bang li malbatan jî dikim, bila bi zarokên xwe re bi Kurdî bipeyivin.”