Malê talanê bela serê dewletên mêhtinger e!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 12 Kanûn 2022 - 03:51

Wezîrê karên derve yê Meksîkayê ragihand û got, hefteya çûyî Holandayê 223 berhemên ku ji dema beriya Spaniyan mane, li wan vegerandine. Saziya bi navê Instituto Nacional de Antropologia e Historia (INAH) jî, ku li Meksîkayê berhemên hunerî diparêze, da zanîn ku ev berhemên hatine teslîmgirtin, ji sedsalên 13 û 16´an yên beriya mîladê mane û her yek ji wan serdem û çandeke cuda temsîl dike. 

Dewleta Meksîkayê jî weke gelek dewletên din di van salên dawiyê de bi hin dewletan re peyman çêkirin da ku berhemên di dema mêhtigeriyê de hatine dizîn, li welatê wan ango li warê wan ê eseh were vegerandin. Di sala 2018’an de tevgera bi navê” MiPatrimonioNoSeVende” li gelek cihên dinyayê deng veda û bi saya vê tevgerê qederê 9 hezar berhemên dîrokî yên ku ji hêla dewletên mêhtinger ve hatibûn dizîn, li welatên wan hatin vegerandin. Welatên weke Iraq û Kamboçyayê jî gelek berhemên hatibûn dizîn, ji dewletên mêhtinger xwestin û dewlet mecbûr man ku berhemên dîrokî teslîmî wan bikin.

Wezîrê Çandê yê Meksîkayê beriya çend mehan daxuyanî dabû û gotibû, “Ev berhem nîşaneya çandên hezarsalan in, hin çand hene 500 salan li berxwe didin. Lê gelek caran zilm li van çandan hatiye kirin û bi cihêkariyê re rû bi rû mane. Bi vegerandina van berheman re rûmeta van çandan jî tê vegerandin.”

Hin ji van berhemên ku hatine dizîn, li hin muzeyan tên nîşandan. Hin ji wan jî li muzayedeyan tên firotin. Saziya INAH ev muze û muzayede şermezar kirin û got, “Em hêvî dikin, kesên ku van karan dikin li ser vê yekê bifikirin, ji ber ku ev berhemên difiroşin û nîşan didin, malê talanê ne. Divê bazirganiya li ser van berheman bisekine û bi awayekî etîk nêzî vê meseleyê bibin.”

MEXICO CITY

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.