Malbateke li ser doza welat
În 17 Çile 2025 - 03:20
Çîrokên berxwedanê yên her gelekî hene ku serpêhatiyên wan gelan ên serînetewandin û ji bo azadiyê têkoşîn hilbijartin, bi fedakariyên xwe ji nifşan re dîrok nivîsîn, vedibêjin.
Çîroka me çîroka lehengên rastîn in ku tevî zehmetiyan têkoşîn hilbijartin û di oxira azadiyê de, fedakariyên herî mezin kirin.
Bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê re malbata Xelef Silêman li Qamişloyê dima, rêya azadiyê hilbijart.
2011ˋan Hêzên Parastinê hatin avakirin. Wê demê 5 endamên malbata Silêman tevlê bûn. Dûre ev hêz bû tovê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku bi awayekî fermî 19'ê Tîrmeha 2012'an hate ragihandin. Bavê malbatê Xelef tevlî Şaredariya Gel a Qamişloyê bû. Lê dema şaredarî amadekariyên bîranîna salvegera duyamîn a şehîdên serhildana Qamişloyê dikir, DAIŞ'ê 11'ê Adara 2014'an êrişî avahiya şaredariyê kir û di encamê de 10 endamên şaredariyê şehîd bûn ku di nav de Xelef jî hebû.
Em ê her bosteke axê biparêzin
Şervanê QSD’ê Egîd Silêman ku kurê mezin ê malbatê ye got: "Li ser şehadeta bavê min, 2 birayên min tevlî hêzên leşkerî bûn. Niha em 7 bira di hêzên parastinê de ne û axa xwe ji êrişkeran diparêzin. Me ev soz daye û wê li ser soza xwe bin."
Di şerê Til Hemîsê yê sala 2014'an de kurê malbatê Orhan ji çavê xwe de birîndar dibe. Orhan vê der barê de got:"Her birînek di laşê me de şahidê hezkirina me ji vê axê re ye. Dema birîndar bûm tenê birayên min ên di şer de hatin bira min ku çawa li kêleka wan bim. Şerê me hîna bi dawî nebûye." Ji ber firehbûna eniyên şerê li dijî DAIŞ'ê, 7 bira ji hev qut bûn û her yek çû eniyekê. Lê dîsa jì rihek bûn. Her 7 bira ne tenê şerê DAIŞ'ê kir, lê seferberiya giştî ya ku Rêveberiya Xweser û QSD'ê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ragihandiye, bersivandin û berê xwe dan eniyên pêşîn û parastina bajaran kirin. Der barê vê yekê de Egîd got:"Em amade ne her bosteke axa xwe biparêzin ne tenê Rojava. Bê xwestin em ê parastina her beşeke Kurdistanê bikin." Malbata Elî Xelef Silêman ji dê, bav, 7 xort û 3 keçan pêk tê. Ev malbat bûye mînaka cesaret û fedakariyê. Ne tenê kurên malbatê têkoşiyan, lê her sê keçên malbatê di xebatên civakî û lojistîk de kar dikin. Çîroka bavê şehîd û her 7 birayên şoreşger, ne tenê çîrok e, lê destana têkoşîna gelekî ye.’’
ANHA/EHMED SEMÎR