Malbat hatin cem hev

Duşem 10 Hezîran 2024 - 00:45

Malbatên kesên ku di Komkujiya Pirsûs, Gara Enqere û û 5'ê Hezîranê de hatin qetilkirin, li Amedê li hev kom bûn. Malbatan gotin ew ê xeyalên zarokên xwe bi cih bînin û di her şertî de ji daxwaza aştiyê paş ve gav neavêjin.

Bi pêşengiya Komeleya 10'ê Cotmehê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê kesên ku di Komkujiya Pirsûs, Gara Enqere û 5'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dan li Amedê kom bûn. Hevdîtin li Sûrê li cihwarekî çêbû. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, Lîsa Çalan a di Komkujiya 5'ê Hezîranê de birîndar bû, Cîhan Anfîç ê di Komkujiya 10'ê Cotmehê de bi birîndarî xelas bû û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevlî hevdîtinê bûn.

Kesên bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûn û malbatên wan li ser mijarên "Bîr-Hafize"yê axivîn û tiştên hatine serê wan gotin. 

Em aştî dibêjin

Ewilî Ahmet Andîç, bavê Cîhan Andîç ê bi birîndarî ji Komkujiya 20'ê Cotmehê xelas bû,axivî. Andîç bibîr xist ku ew bi daxwaza aştiyê li Enqereyê ne û got: "Di pergaleke ku li ser esasê rantxuriyê hatiye avakirin lêgerîna aştiyê, eynî wekî ku mirov di tariyê de li tiştekî biçûçik bigere. Kesên xweş difikirin, ji bo kesên bi xweşbînî li siberojê mêze dikin sened e. Lewma çi dibe bila bibe, em dibêjin aştî."

Em ê xeyalên wan pêk bînin

Fetî Aydinê ku kurê wî Çagdaş Aydin di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da jî bal kişande ser polîtîkayên qeyûmtiyê û got: "Em ê xeyalên zarokên xwe pêk bînin." 

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak jî got ku divê yên hatine qetilkirin neyên jibîrkirin.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.