- Malbata hînî Kurdî dibe: Ez û hevjînê xwe dema betlaneyê du saetan li ser rêziman û gramerê dixebitin. Ciwan Mahîr jî tiştê bingeh niha hîn dibe. Lê ez dixwazim di hişmendiya wî de Kurmancî hebe û bila zanibe ew Kurd e.
BAZÎD EVREN / MA / AMED
Malbata Unal biryar da ku dê, bav û kur bi hev re hînî Kurdî bibin. Ew bi hev re li MED-DER’ê diçin dersa zimanê Kurdî û hewl didin hişmendiya ziman li cem zarokê xwe û li derdorê xwe bidin avakirin.
Xebatên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ji bo zimanê Kurdî balê dibin ser xwe. Komele bi salan e ji bo hînkirina zimanê Kurdî û avakirina hişmendiyekê hewl dide. Ew dixwaze mijara ziman neyê paşguhkirin. Komeleyê heta niha gelek kes perwerde kirine. Niha jî malbata Unal bi temamî, yanî dê, bav û kur tevde li MED-DER’ê diçin dersa Kurdî. Hediye Tonguç Unal li asta duyemîn, bav Mehmet Fatîh Unal asta yekemîn û kurê wan Ciwan Mahîr Unal jî di kargeha taybet a zarokan de perwerde dibin.
Pirr xweş e
Hediye Tonguç Unal anî ziman ku ew li Stenbolê ji dayik bûye û li wir ew gelekî maye. Unal da zanîn ku malbata wê bi pirranî bi Tirkî diaxivî, lewma ew baş hînî Kurdî nebûye. Unal diyar kir ku piştî ji bo zanîngehê diçe Amedê, biryarê dide ku hînî Kurdî bibe: “Kurdî zimanê min yê dayikê ye. Hinek tirsên min hebûn. Ez difikirîm heke rojekê zarokên min çêbin û bi Kurdî nizanibin, vê yekê ez pirr tirsandim. Min jî biryarek wisa da û carna bi stranan, carna bi pirtûkan, carna jî bi kursan ez hîn bûm. Ev salek e ez pirr xweş diaxivim. Biryardarî tiştekî pirr xweş e. Ez gelek caran çûm kursan, lê ji ber ku asta destpêkê tinebû, min bi asta yekemîn dest pê dikir. Asta yekemîn jî kesên bi Kurdî dizanin lê kêmasiyên wan hene, diçinê. Lê ya min ne wisa bû, min qet bi Kurdî nedizanî û par Egîtîm-Senê asta destpêkê vekiribû. Ez jî çûm wir û min ez perwerde bûm. Pirr xweş derbas bû û ez hînî gelek tiştan bûm. Dû re, ez derbasî asta yekemîn bûm û min ew jî qedand. Ez dixwazim asta duyemîn, sêyemîn jî li MED-DER’ê xelas bikim.”
Hişmendî girîng e
Hediye Tonguç Unal da zanîn ku axaftina bi Kurdî di jiyana wê de pirr girîng e û pirr dixwaze bi Kurmancî stranan bibêje û pirtûkan bixwîne. Dayik û dapîra wê bi kurdî diaxivin, û vê jî kiriye ku li xwe ferz bike xwe hînî Kurdî bike. Unal dibêje kurê wê Ciwan Mahîr bi Kurdî nizane û lewma ev yek jî, ji bo wê xemgîniyek e: “Hêvî dikim ez hê baştir hîn bibim û Ciwan Mahîr jî hîn bibe. Di nava malê de em bi Kurdî diaxivin, lê ji ber ku hê kêmasiyên min hene, carna Tirkî jî dikeve nav. Ez û hevjînê xwe dema betlaneyê du saetan li ser rêziman û gramerê dixebitin. Ciwan Mahîr jî tiştê bingeh niha hîn dibe. Lê ez dixwazim di hişmendiya wî de Kurmancî hebe û bila zanibe ew Kurd e. Ev tişt ji bo me pirr girîng e, lewma gava ev hişmendî çêbe, ew ê baş hînî Kurdî jî bibe.
Zimanê me ye
Mehmet Fatîh Unal jî dibêje, ji ber ku hevjîna wî bi Kurdî nedizanî, wan biryar daye hînî Kurdî bibin. Unal dide zanîn ku ji ber ku hevjîna wî bi Kurdî nedizanî, lawê wan jî hînî Tirkî bûye û wiha diaxive: “Kurdî zimanê me ye û lewma me xwest kurê me jî hîn bibe. Hevjîna min dihat vir û hîn dibe ku ji bo zarokan jî kargeh vebûne. Me jî got, em kurê xwe jî qeyd bikin. Min jî digot, ez bi Kurmancî dizanim lê belê kêmasiyên min jî pirr in. Li ser nivîs û xwendinê ez pirr tiştan nizanim. Ji ber vê yekê jî em bi malbatî hatin bûn şagirtên MED-DER’ê. Niha jî em li vir perwerdehiya xwe didomînin.”
Unal dibêje, ew ê asta duyemîn, sêyemîn jî bidomîne û li ser nivîsandin, xwendin, axaftinê bisekine: “Divê em di jiyana xwe de, le her derî, li kolanan, li sûkê bi Kurdî biaxivin û ev ziman jî bila zimanekî xweş, zelal be. Di jiyana me de her tim kurs dewam dikin, divê em li ser zimanê Kurdî biaxivin, hişmendiyekê li cem gel çêkin.”