Mala Dengbêjan dewr kirin!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 4 Îlon 2023 - 16:48

ZEYNEP DURGUT / MA / ŞIRNEX 

Şaredariya Cizîrê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya xebatên çandê de, di 21'ê Sibata 2015'an de ji bo ku ji Dengbêjên Botanê re mekanekî veqetîne, di çarçoveya xebatên çandê de Qesra Mihemed Axa ya li Taxa Dagkapiyê veguherandibû Mala Dengbêjan. Mala dîrokî ya dengbêjan a di nava bajêr de, ji aliyê qeyûmê wê serdemê Davut Sînanoglû ve hatibû îstîmlaqkirin û valakirin. Di dema şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de dengbêj dihatin cem hev û ji bo bipêşxistina çanda dengbêjiyê bername li dar dixistin. Wan bi vî awayî dengbêjên nû perwerde dikirin. Lê belê piştî qeyûm îradeya gel dagir kir, ev rewş guherî.

Qeyûm Nazli Demîr “Mala Dengbêjan” ji Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê re veqetand û ew ê niha ji aliyê Lîseya Hunerê ve bê bikaranîn. Qeyûm Demîr di 7'ê meha Tebaxê de di civîna bi Meclisa Şaredariyê re, bi şertê ku qada Dibistana Seretayî ya Fatîhê radestî şaredariyê bê kirin, xaniyê dîrokî texsîs kir. Di biryara Meclisa Şaredariyê de hat îdîakirin ku sedema veqetandina şaredariyê ew e ku nirxên hunerî di civateke guncav de pêk bê. 

 

Dê bibe Lîseya Hunerên Bedew

Di civîna Meclisa Şaredariyê de ji bo Mala Dengbêjan ev hincet hatin nîşan dan; "Mala ku li Taxa Dagkapiya navçeya me ye û weke Mala Dengbejan (Qesra Mihemed Axa) dixebite, aîdî şaredariya me ye, ji bo ku muzîk, huner û nirxên dîrokî yên herêmî zindî bihêle û di civateke guncawtir de biafirîne ji bo bikaranîna Lîseya Huneran ji Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê re hate veqetandin."

 

Bi şert dewr kirine

Di cîvînê de ev biryar hate dayîn: "Mala Dengbejan (Qesra Mihemed Axa) ya şaredariya me ye, bi şertê ku qada ku Dibistana Seretayî ya Fatîh a ji şaredariya me re were veguheztin, şarederî wê dide Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê da ku pêşkêşî Lîseya Hunerên Bedew a li navçeya me bike, û ev biryar bi pirraniya dengan hate qebûlkirin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.