Festîvala Filmên Karkeran a Navneteweyî ya 16’an îsal di navbera 1 û 9’ê Gulanê de tê lidarxisitin. Festîval îsal qala berxwedana kedkar, kesê bêkar, jin, LGBTIQ û ciwanên li dinyayê dike û vê pirsê bi pêş dixe: neheqî û dadmendî û mafên mirovan “Di kîjan kadrajê de hiltên?” 

Ji ber şert û mercên pandemiyê festîval dê îsal jî online were lidarxistin û di bernameya îsal de 38 film cih digirin. Film tenê saetên ku festîvalê di bernameya xwe de diyar kiriye wê werin nîşandan û wekî din dê nîşandana filman pêk neyê. Heger temaşevan nikaribin xwe bigihînin van saetan, dê nikaribin paşê li filman temaşe bikin.

Festîval dê di 1’ê Gulanê saet 20.00’an de bi awayekî online bi rêya kanala YouTube ya festîvalê bi weşaneke zindî dest pê bike û belgefilma bi navê El Cielo Es Nuestro (Sînorê Me Asîman e) ku belgefilmeke Spanyayî ye di şeva destpêkê de wê were nîşandan. Piştî şeva destpêkê, rojên mayî dê dîsa film li ser kanala YouTube werin nîşandan û li gel nîşandana filman, ew ê hevpeyvîn jî werin lidarxistin û temaşevan karibin pirsên xwe ji derhêneran bikin.

Temaşevan dikarin ji van lînkên li jêr bernameya festîvalê bişopînin;
www.iff.org.tr
http://youtube.com/c/işçifilmlerifestivali
facebook.com/iscifilmlerifestivali
twitter.com/iscifilmfest
instagram.com/iscifilmleri

NAVENDA NÛÇEYAN