Ma me çi ji huner e ji me re malzeme lazim e!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 6 Kanûn 2023 - 00:04

Dozgerê bajarê Croissy-Beaubourg ê Fransayê da zanîn ku diz ketine atolyeya Anselm Kifer û hin parçeyên peykerekî dizîne. Hat zanîn ku bihayê wan parçeyan bi qasî milyonek dolarî ye.

Parçeyên ku hatine dizîn, hin pirtûkên taybet in; ev pirtûk ji zirîçê hatine çêkirin. Beriya niha jî sala 2016’an, dîsa diz ketibûn atolyeya Anselm Kifer û hin pirtûkên ku weke peykeran hatibûn çêkirin, dizîbûn. Her wiha, di dema diziyê de zerar li hin peykerên Kifer jî kiribûn û hinek ji wan peykeran şikestibûn.

Li gorî dozgeran daye zanîn, dizên ketine atolyeyê, ne li pey peyker û berhemên hunerî bûne.  Dozgerên cihê ev bûyerên diziyê şopandine. Li gorî wan, dizan xwestiye malzemeyên ku peyker bi wan tên çêkirin, bidizin û haya wan ji buhaya berhemên hunerî tine bûye.

Gelo belgefilmî bala dizan bir ser atolyeyê

Ev bûyera diziyê, piştî nîşandana belgefilmê Wim Wenders yê bi navê “Anselm” ê li DYE’yê, pêk hatiye. Wim Wenders belgefilmê “Anselm” bi teknîka 3D çêkiribû û di belgefilmê de balê dibe ser huner û karîyera hunerî ya Anselm Kifer. Wim Wenders di belgefilmê xwe de berhemên Anselm ên di depoya wî ya mezin de nîşan dide. 

CROISSY-BEAUBORURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.