Ma ‘Gêxî’ Anadolu ye?

Nûçeyên Çand/Huner

În 17 Mijdar 2023 - 00:15

  • Muzîkjen Alî Dogan Gonultaş bi albûma xwe ya “Gêxî” xelata “Albûma Herî Baş a Etnîk” a saziya Preis der deutschen Schallplattenkritik wergirt. Lê juriyê di daxuyaniya xwe de ji dêvla Kurdistanê, nav û nîşana Anatolê hilanî û herêma “Gêxî” jî weke herêmeke Anatolê dît!

ARDÎN DÎREN

Saziya Preis der deutschen Schallplattenkritik xelata “Albûma Herî Baş a Etnîk” da albûma bi navê “Gêxî [li ser albumê Gexî dinivîse]” ya muzîkjenê Kurd, Alî Dogan Gonultaş. Lê saziyê navê welatê wî hilneda, li şûna wê behsa Anatolê kir. 

Li Elmanyayê saziyeke serbixwe ya bi navê “Preis der deutschen Schallplattenkritik” (Xelata rexnegirya plakan a Elman) heye ku di gelek warên muzîkê de xelatan dide. Ji Elmanya, Swîsre û Awusturyayê gelek rexnegirên muzîkê û rojnamevan weke endamên vê saziyê dixebitin û albûmên muzîkê yên li dinyayê dinirxînin. 

Saziya Preis der deutschen Schallplattenkritik, sala 1963’an de ji hêla Richard Kaselowsky hatiye ava kirin û bi wextê re xelatan daye muzîkjenan. Piştî salên 1980’yî ji xeynî xebatên salane, sazî bi nirxandinên juriyan di warê muzîkê de sê mehan carekê lîsteyên muzîkê çêdike û albûmên li dinyayê dinirxîne. Navenda saziyê berê li bajarê Bonnê bû, lê piştî sala 2018’an navenda xwe guherî û niha navenda saziyê li paytexta Elmanyayî Berlînê ye, û sazî xebatên xwe li wir dibe serî. Qederê 160 kes weke jurî lê dixebitin û li dinyayê albûmên herî baş dineqînin. Ew di warê senfonî, opera, muzîka klavsen, jazz, folklor, etnîk, rock, hip hop û gelek beşên din ên muzîkê de xelatan dide muzîkjenan.

Saziya Preis der deutschen Schallplattenkritik xelata “Albûma Herî Baş a Etnîk” îsal da albûma bi navê “Gêxî” ya muzîkjenê Kurd Alî Dogan Gonultaş. Gonultaş li ser hesabê xwe yê twîtterê ev agahî parve kir û got; “Vê albûmê kir ku ez xwe baştir hîs bikim. Tiştekî ne gelek muhim e, lê tiştekî xweş e…” 

Albûma bi navê “Gêxî” yekem albûma solo ya Alî Dogan Gonultaş e. Albûm di Gulana 2022’yan de derketibû. Di albûmê de 10 stran cih digirin û ev stran bi zimanê Kurdî (Kirmanckî), Tirkî û Ermenkî hatine gotin. Heman albûm di Hezîrana 2023’yan de weke CD jî hate hazirkirin û careke din li ser platformên muzîkê hate belavkirin.

Tiştên nû diceribîne

Alî Dogan Gonultaş di van salên dawî de hewl dide di warê muzîkê de tiştên nû biceribîne. Bi min dengekî wî yê xweş jî heye ku bi her awayî bala mirovî dibe ser xwe. Nexasim jî di warê muzîka Kirmanckî de stranên ku dibêje her çiqas me berê li wan guhdarî kiribe jî bi deng û muzîka wî mirov dixwaze careke din li van stranan guhdarî bike. Di warê reseniyê de yek ji wan stranbêjên Kurd e ku ez ji cerebeyên wî yên muzîkê hez dikim û guhê xwe didim stranên wî. Lê di daxuyaniya juriya saziya Preis der deutschen Schallplattenkritik de tiştekî bala min bire ser xwe ku dixwazim behsa wê bikim.

Rêzgirtineke li hember çandên Anatolê!

Daxuyaniya juriyê ya ji bo albûma “Gêxî” wiha ye; “Muzîkjenê Kurd Alî Dogan Gonultaş bi salan ji herêma Kiğı [Gêxî] ya welatê xwe Anatolê stranan kom kir. Hin ji van sranan bi baldarî û zewqeke mezin ji nû ve şirove kirin. Ew bi van stranên bi Kurdî, Ermenkî û Tirkî, rêûresmeke kevn a muzîkê jî diparêzê û cîhaneke nû raberî me dike. Ew tevî dengê xwe yê bi tesîr, gelek înstrûmanên cuda jî bi kar tîne û gelek dengên ji hev cuda derdixe holê. Ev tişta ku ew dike, rêzgirtineke li hember çandên cihê yên Anatolê.”

Di navê Kurdistanê de israr bikin

Alî Gonul Dogantaş her çend stranên bi Tirkî û Ermenkî bibêje jî, ew bi stranên xwe yên Kirmanckî hate naskirin. Jixwe, destpêkê wî û çend hevalên xwe koma bi navê “Ze Tije” saz kirin û xelkê bi saya vê komê Alî Dogan Gonultaş nas kir. Stranên ku “Ze Tije” digotin, bêhtir bi Kirmanackî bûn û bi saya dengê Gonultaş, xelkê ji stranên Kirmanckî bêhtir hez kir. Yanî heger mirov behsa muzîka ku îcra dike, bike jî nabe ku mirov bibêje, “Anadolu” û qet navê Kurdistanê hilnede! Ji lewma serdestan û desthelatên li Kurdistanê bi salan di bin navê “Anadolu”bûnê de navê Kurdistanê û her wiha gelek herêmên wê tine kirin. 

Weke ku di nirxandina juriyê de jî tê dîtin albûma Alî Dogan Gonultaş bi navê Anadolu derdikeve pêş û tê naskirin. Ev agahî Alî Dogan Gonultaş dane juriyê yan jî juriyê ji ber xwenirxanadineke bi vî rengî kiriye, ez pê nizanim. Lê çidibe bila bibe, gava hunermendên Kurd li hin deverên dinyayê xelatan werdigrin, hewce ye hay ji vê yekê hebin û heta ji wan were, divê ew israr bikin ku navê welatê wan Kurdistan bê hildan û nehêlin dinya wan bi navê “Anadolu” ku bi ti awayî Kurdistanê îfade nake, nas bikin.  

Alî Dogan Gonultaş û  Seîdê Goyî

Alî Dogan Gonultaş ji xeynî albûm û konserên ku li dar dixe, bi derhêneriya muzîkê re jî mijûl e. Wî di sala 2022’an de derhêneriya albûma bi navê “Stranên Dilê Min” ya dengbêj Seîdê Goyî [Saîdê Goyî] jî kir. Seîdê Goyî yek ji denbêjên herêma Botanê ye û li Roboskî dimîne. Bi teşwîqa kurê xwe albûma xwe ya pêşî derdixe û Alî Dogan Gonultaş jî stranên dengebêjiyê yên Seîdê Goyî qeyd dike. Dîsa bi alîkariya Alî Dogan Gonultaş, dengbêj Seîdê Goyî albûma xwe ya bi navê “Jinê” jî derdixe ku di vê albûmê de jî 5 stranên Seîdê Goyî ji hêla Gonultaş ve hatine hazirkirin. Ev her du albûm jî albûmên pirr taybet in di warê denbêjiyê de û divê mirov guhê xwe bide stranên Seîdê Goyî yên ku dengbêjiyê nemir dikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.