Lucky Luke dîsa dibe rêzefilm

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 10 Gulan 2021 - 02:20

Xêzefilmê navdar Lucky Luke ku li Bakurê Kurdistanê bi navê “Red Kit” jî tê naskirin, wek rêzefilmeke nû tê amadekirin. Federation Entertainment ku şirketeke Fransî ye, ji bo rêzefilmêji nûve çêbike, bi “Un pour Tous Productions” ê re dê bixebite. Lîstikvanê navdar yê Fransî Michael Youn jî dê wek çêkerê hunerî û derhêner di vê projeyê de cihê xwe bigire û bixebite.

Youn ku li Fransayê derhêneriya filmên komedî dike û di heman demê de lîstikvanekî navdar e derbarê rêzefilma nû ya Lucky Luke de got, “Ez heyranê xêzeromanan im, ji ber ku ez bûme parçeyekî vê xebatê pirr bi kelecan im û xwe bi yor digirim, sebra min nayê, dixwazim bi temaşevanan re parve bikim.” 

Koleksiyona Lucky Luke sala 1946’an ji hêla karîkaturîstê Belçîkî Morris ve hatibû afirandin û li tevahiya dinyayê 300 milyon hezar hatibû firotin. Xêzeromana ji 46 rêzepirtûkan pêk tê.

PARÎS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.