- Di jiyana nûjen de hema bêje her şirket xwedî logoyekê ye. Êdî logo bûne nasnameya şirket, komele û saziyan.
Di jiyana nûjen de hema bêje her şirket xwedî logoyekê ye. Êdî logo bûne nasnameya şirket, komele û saziyan. Heta, dikaneke piçûk jî bê logo nema karê xwe dimeşîne. Di nav van logoyan de gelek logoyên derketine pêş jî hene û ew li dinyayê tên zanîn. Lê hûn qet lê fikirîne, gelo beriya bi çend sedsalan ev logo hebûna, dê bi çi awayî bihatana sêwirandin? Hunermend Ilya Stallone li vê yekê fikiriye û tiştên di hişê xwe sêwirandine.
Ilya Stallone dibêje, dema ew li kelehên Belarûsê geriyaye, ev tişt hatiye hişê wî û wî gelek îllûstrasyonên wiha çêkirine. Stallone dibêje, “Ev demeke dirêj e ku ez bi karê sêwirandin, îllûstrasyon û logoyan ve mijûl im. Ez ji van karan hez dikim û min got, gelo ez dikarim bi çi awayî atmosfera serdema navîn nîşan bidim. Karê min dikir, ev derfet dida min.”
Di nav logoyên Ilya Stallone de yên ku li gorî serdema navîn hatine sêwirandin, gelek markayên navdar hene. Firefox, Lacoste, Instagram, Starbucks, Youtube û Windows çendek ji wan in.
NAVENDA NÛÇEYAN