Lîstikên bi Kurdî û Elmanî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 24 Hezîran 2024 - 00:54

LORÎN MARKASÎ

“Çand Kurd” navê pirtûka Bariş Seyitvan e. Sala 2022’an li Elmanyayê hatiye çapkirin. Pirtûk bi du zimanan hatiye nivîsandin: Kurdî û Elmanî.

Di pirtûkê de 12 lîstik û rîtûel û 5 jî çîrok hatine nivîsandin. Ji bo her lîstik û çîrokê wêne hatine xêz kirin. Seyitvan lîstik û çîrokan di nava gel de berhev kiriye. 

Lîstika bi navê “Malek Heye” jî yek ji van lîstikan e ku di pirtûkê de cih digire. Di pirtûkê de ji bo lîstika “Malek Heye” wiha tê nivîsandin: “Ev lîstik di nav endamên malbatê de pir zêde tê lîstin. Ji ber ku kelûmelek zêde hewce nake û wekî tercîh li malê tê lîstin. Tê gotin berî salên 1990’î pir zêde hatiye lîstin. Bi taybetî di şevên sar yên zivistanê û di wan salan de ku elektrik tunebûye, ew çalakî ye ku ji bo derbaskirina demê pir hatiye kirin. Bi rêya vê lîstikê hem şênîyên gund hev nas dikin hem jî der heqê wan de agahî tê hildan. Wek din jî ji bo ku mêjîyê zarokên biçûk her tim li kar be, tê kirin.”

‘Malek Heye’ çawa tê lîstin?

Zarokên ku di menzelê de ne an jî endamên malbatê li hev kom dibin û yek ji wan dest bi pirsîna pirsekê dike. Behsa endamên maleke ji gund tê kirin lê belê navê wan nayê hildan. Wekî mînak, tê gotin: “Malek heye, di nava vê malê de kalemêrek û pîrejinek heye, kurê mêrik, pîreka wî, sê keç û sê kurên wî hene. De ka tê derxin ev mala kê ye?” Her kes bi dorê bersivê dide. Kê ku bersiv tê derxist, dora pirskirinê diçe ser wî. Heke kes nikaribe bersivê tê derxîne, kesê ku pirs kiribû, car din pirseke din jî dike.

Lîstik çand û rêûresman dihewîne

Rêvebera Komela Yekmalê Günay Darici pêşgotinek nivîsiye û dibêje: “Lîstik, çîrçîrok û çîrok ne bi tenê ji bo piştgiriya pêşxistina ziman, di heman demê de ji bo têgihiştina beşên çandî, adet û rêûresman jî di nava xwe de dihewîne. Divê xebat û pêşkêşiyên bi vî rengî bên teşwîqkirin û berdewamkirin. Em weke sazî, bi avêtina geveke mezin di vî warî de gelekî kêfxweş in.”

Bariş Seyitvan jî li ser girîngiya lîstikan wiha nivîsiye: “Lîstik ew çend girîng e ku piştî xwarin û vexwarinê wekî hewcetîya herî girîng tê qebûlkirin. Loma jî zarok li her civatê û di her şert û mercê de dilîze û dem bo vê yekê peyde dike. Lîstik, bi giştî gava kêfa zarokan tîne, bi awayekî hişûaqilî jî wan perwerde dike.”

Pirtûk ji 70 rûpelan pêk tê

Pirtûkek wek albûman mezin e û ji 70 rûpelan pêk tê. Gelek kesî bi hev re ev pirtûk a hêja amade kirine. Navê kesên ku pirtûk hazir kirine li jêr e:

Berpirsê projeyê: Bariş Seyitvan

Wergêr: Gözde Çakmak, Dilawer Zeraq û Julia Lauenstein

Wêne: Mesut Özkirtay

Grafîk: Uğur Acil

Aligirê Projeyê: Yekitiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê (YEKMAL), Durchstarten (Förderprogramm für neue Expertinnen der Kulturellen Bildung in Berlin), Bundesministerium (Kunst, Kultur, öffentlicher Dienst und Sport) û hinterland galerie.

*Ev nivîs ji malpera https://kovarahuner.org/ hatiye girtin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.