- Bisa Butler hunermendeke Efrîkî-Emerîkî ye ku bi hunerê xwe yê lihevan tê nasîn.
Bisa Butler hunermendeke Efrîkî-Emerîkî ye ku bi hunerê xwe yê lihevan tê nasîn. Hunerê wê îlhama xwe ji rêûresma mirovên reş ên li Emerîkayê digire. nexasim jî ji wê rêûresma wênegirên Efrîkî-Emerîkî yên ku wêne bi wêneyan ve dizeliqandin, îlhama xwe girtiye.
Ew portreyên mirovan ên ku mezinahiya wan jî bi qasî ya mirovan e, li ser lihêfan çêdike.
Bisa Butler li New Jerseyê bûye û mezin bûye. Wê li Zanîngeha Hunerê Bedew a Howardê, Zanîngeha Dewletê ya Montclairê xwendiye.
Wê di heman demê de li lîseyê 10 salan mamostetiya huner jî kiriye. Heta niha li seranserê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê gelek galerî, înstîtu û muzeyan berhemên Bisa Butler kirrîne û wan nîşan didin. Di nava wan de The Smithsonian National Museum of African American
History and Culture, The Art Institute of Chicago, The Museum of Fine Arts Boston jî hene.
NEW JERSEY