Li Xanesorê xemla 8’ê Adarê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 6 Adar 2024 - 00:50

Li Xanesorê bi armanca 8’ê Adarê, Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Navenda Çanda Stiya Nexşa pêşengeha wêneyan û şanoyek nîşandan û rastî eleqeya jinan hat. Jinên serdana pêşengehê kirin, peyamên pîrozbahiyê û xurtkirina têkoşînê dan.

Pêşengeha wêneyan ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê ve bi dirûşma, ‘Bi xemla 8’ê Adarê, jin jiyan azadî, serbixe azadî’ hate vekirin, rastî eleqeya şêniyên Xanesorê hat. Di pêşengehê de wêneyên jinên ciwan ên şehîd, wêneyên jinên têkoşer, Rêber Apo, wêneyên folklorîk ên jinên Êzidî, jinên şervan û wêneyên jinên Êzidî yên bûne qurbanê tundiya mêr, hatin nîşandan.

Jina bi navê Şîrîn Silêman a serdana pêşengehê kir, roja têkoşînê ya jinan 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û vê peyamê da: “Jin jî hêza xwe heye hem karên derve hem jî malê rêve bibin. Divê jin xwe kêm nebînin.” Dayê Helo Mêşo jî ji cihê pêşengehê 8’ê Adarê li Rêber Apo û hemû jinan pîroz kir û got: “Em bi vê rojê kêfxweş û serbilind in. Ev rojeke xweşe ji bo me, em tên li gel hev û pêkve digerin.”

Ji bindestiyê ber bi pîrozkirina 8’ê Adarê

Jina bi navê Tewrê Xelef jî roja têkoşîn û berxwedanê ya jinan 8’ê Adarê pîroz kir û hestên xwe wiha anî ziman: “Dema 8’ê Adar tê em gelekî kêfxweş dibin. Ez vê rojê li tevahiya jinan pîroz dikim. Beriya fermanê agahiya me ji rojek wisa nebû. Lê piştî me fikrê Rêber Apo nas kir, naskirina me ji vê rojê re çêbû.” Tewrê Hisên jî peyama xwe ya pîrozbahiyê anî ziman û wiha peyîvî: “Ez vê rojê li hemû jinên Êzidî pîroz dikim. Ev rojeke xweşe ji bo me. Beriya 2014’an jin nedikarî ji malê derbikeve û bindest bû. Lê niha em vê rojê pîroz dikin û ev bi me gelek xweş tê.”

Paşê endamên Navenda Çanda Stiya Nexşa li cihê pêşengehê şanoyek li ser têkoşîna jin lîstin û balkêşan li ser têkoşîna azadiyê ya jinê û serî rakirina li ber paşverûtiyê. Gelek jin bi cilên gelêrî yên Şengalê serdana pêşengehê kirin û peyamên têkoşîn û pîrozbahiyê dan.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.