Li Wanê komxebata zarokan hat lidarxistin. Gelek zarokên tevlî komxebatê bûne, bi xebatên çand û hunerê re eleqedar bûn, demên xweş derbas kirin. Di pêşengtiya Şardariya Bajarê Mezin a Wanê, Aryen Huner û ŞanoWanê li taxa Xaçort komxebata zarokan hat lidarxistin. Di komxebatê de çalakiyên wekî bûkok, boyaxkirina rû, rîtîm, drama û boyaxa avî hatin lidarxistin. Zarokên di komxebatê de demên xweş derbas kirin bi hev re stran gotin. Komxebat bi çêkirina wêneyan bi dawî bû.
MA/WAN